Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê 2022-03-16 09:14:07 STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, destnîşan kir ku dê Newroza 2022'yan bibe dengê li dijî tecrîda Îmraliyê û wê li dijî polîtîkayên şer bibe Newroza "hesabpirsînê."  Îsal wê Newroza Stenbolê di 20'ê Adarê de bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêxistinên partiyê yên navçeyan bênavber xebatên xwe yên di vî warî de didomînin.    Tê payin ku bi sedhezaran kes tevli pîrozbahiya Newroza Stenbolê bibin. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, destnîşan kir ku dê Newroza îsal bibe "Newroza hesabpirsînê."    NEWROZA HESABPIRSÎNÊ   Encu, anî ziman ku dê Newroza 2022'yan di pêvaoyeke ku daxwazêên xwe yên guherîn û veguherînê bi awayekî berz bînin ziman de bê pîrozkirin û got: "Divê Newrozê wekî fînalekê bê dîtin li dijî hemû polîtîkayên şer, çewisandin û êrişparêz ên AKP'ê. Yanî em dikarin wekî dengê herî bilind ê îtiraza li ber polîtîkayên şer ên AKP'ê bihesibînin. Lewma Newroz ji bo me û gelan girîng e û Newroza hesabpirsînê ye."    BI MILYONAN KES   Encu, diyar kir ku bi awayekî baldar amadekariyên Newrozê dikin û got: "Me hevdîtin bi hemû pêkhateyan û saziyên demokratîk re kir û plansaziya xwe kir. Me bernameyên xw eçêkirin ku divê Newroz çawa bê pîrozkirin û çawa bê birêxistinkirin. Hema bibêje em hatin dawiya hemû plansaziyên xwe. Dê li çar hawirdorên Stenbolê ji bo Newrozê çalakiyên bicoş bên lidarxistin. Di 20'ê Adarê de jî em hewl didin bi milyonan kes ber bi qada Newrozê ve biherikin. Gava em li hemû kongreyên xwe û herî dawî jî li 8'ê Adarê mêze bikin, em wisa texmîn dikin ku dê ew coş qada mîtîngê ya YEnîkapiyê tije bike. Armanca me bi milyonan kes ber bi qada Yenîkapiyê ve biherikin."    NEWROZA AZADIYÊ   Encu, destnîşan kir ku dê Newroza 2022'yan li dijî polîtîkayên qeyûman, êrişên li ser ziman û stranên kurdî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibe îtiraza herî bilind û got: "Dê qada Newrozê li dijî kesên dixwazin HDP'ê derî siyaseta demokratîk bihêlin bibe degê herî bilind ê liberrarbûnê."    Encu, bilêv kir ku dê di vê Newrozê de daxwazên gel ên bingehîn û azadî bê bilêvkirin.    ‘DENGÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ'   Encu, diyar kir ku Newroza 2022'yan ewilî dê bibe dengê herî bilind ê li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û got: "Dê bibe Newrozeke bilindkirina dengê ji bo daxwaz û azadiya girtiyên nexweş û tecrîda li ser civakê. Lewma divê her kes di 20'ê Adarê de li qada Yenîkapiyê be."    Encu, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan, dayikan û tevahiya gel kir ku bi rengû dengê xwe li qada Newrozê bin.    MA/ Ferhat Çelîk