Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist 2022-03-15 21:18:59     MÊRSÎN- Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist.    Tevgera Jinên Azad (TJA) li Taxa Şevketsumer a Mêrsînê bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" agirê ewil ê Newrozê vêxist. Rêvebirên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) a Mêrsînê û rêxistina HDP'ê ya navçeya Akdenîzê û encamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî di nav de gelek kes tevli çalakiyê bûn. Jinan li dor agirê Newrozê kilam gotin û govend gerandin.   Jinan kesên tevli çalakiyê bûn vexwandin pîrozbahiya Newrozê ku dê di 19'ê Adarê de li Qada Tirmil a Mêrsînê bê pîrozkirin.