Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû 2022-03-15 18:59:33   MÊRDÎN - Li gundên navçeya Dêrikê ya Mêrdînê agirê Newrozê geş bû.    Komîteya Amadekar a Newrozê û rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçeyan ên Mêrdînê xebatên xwe yên ji bo Newrozê bênavber didomînin. Di çaçroveya xebatan de îro serdana gelek gundan hat kirin. Di dema serdana gundan de agir hat vêxistin û li dor agirê Newrozê govend hatin gerandin. Di dema govendgerandinê de welatiyan tim dirûşmeya "Bijî Newrozê" berz kirin.