KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin 2022-03-15 18:39:11   ÎZMÎR - KESK û TÛHAD-FED ku serdana Nobeda Edaletê kirin diyar kirin ku çalakiya malbatan watedar e û xwestin her kes bibe dengê vê têkoşînê.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan a li Baroya Îzmîrê di roja 23'yan de didome. Xizmên girtiyan di çalakiyê de dowîzên li ser "Azadî ji bo girtiyên nexweş" û "Tecrîdê sûcê li hemberî mirovahiyê ye" nivîsandî vekirin. Îro Sekreterê Giştî yê berê yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Faysal Ozçîft û Nûnerê Federasyina Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan (TÛHAD-FED) ê Mêrdînê Mazlûm koç serdana Nobeda Edaletê kirin.    Ozçîft, diyar kir ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û navê vê înfaza bêdaraz e û got: "Kesên mafparêz divê hestiyar bin di vî warî de. Divê mafê jiyanê yê girtiyên nexweş esas bê girtin. Tecrîda li girtîgehan sûcê li hemberî mirovahiyê ye, demildest divê bi dawî bibe."    Nûnerê TÛHAD-FED'ê yê Mêrdînê Mazlûm koç jî, destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyên nexweş bên bihîstin û got: "Em divê dengê dayikan hem bigihînin desthilatê hem jî civakê. Li dijî çewisandinê û tecrîdê berxwedan girtiyên nexweş didome. Dê têkoşîna me ya ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û zindanan bidome."