Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin 2022-03-15 12:55:58   ENQERE - Derbarê parêzerê malbata Dedeogûllari Abdurrahman Karabulut de ji ber parvekirinên Twitterê û daxuyaniyên têkildarî dozê de ku dabû, 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin.    Tetikkêş Mehmet Altun di 30’ê Tîrmeha 2021’an de li navçeya Meramê ya Konyayê êrişî 7 ferdên malbata Dedeogullari kir û wan qetil kir. Derbarê ji parêzerên doza malbatê Abdurrahman Karabulut de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin. Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ve hat destpêkirin, derbarê Karabulut de 3 lêpirsînên cuda da destpêkirin. Lêpirsîn bi hêceta parvekirinên Twitterê û daxuyaniyên ku Karabulut daye de hatine destpêkirin. Gotinên Karabulut ji aliyê serdozgeriyê ve wek “sûc” hatin dîtin.    ‘BERPIRSIYARÊ QETLÎAMÊ DEWLET E’    Karabulut di çarçoveya lêpirsînan de îfade da. Karabulut diyar kir ku daxuyaniyên wî di çarçoveya dosyeyan de bi belgeyan sabît in û got: “Min wek parêzerê malbatê di 17’ê hezîrana 2021’an û 17’ê tîrmeha 2021’an de ji dozgeriyê xwest ku malbat were parastin. Dewlet û rayedarên dewletê, daxwazên me hemûyan bêbersiv hişt û lewma min tetikkêş û berpirsiyarên qetlîamê dît û û ez ê wisa bibînim jî. Min têkildarî van binpêkirinan de derbarê rayedaran de giliyê dozgeran û HSK’yê kir. Dewlet berpirsiyarê vê qetlîamê ye.”    Karabulut da zanîn ku dema wî di çarçoveya lêpirsînê de îfade daye, tawanbariyên li ser xwe red kiriye.