'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye' 2022-03-15 12:26:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Weysî Talî ku êrişa Artêşa Mûhafizên Şoreşê ya Îranê ya bi moşekan a li Hewlêrê nirxand, wiha got: “Polîtîkayên hikûmetê yên ku qeyrana Başûr çareser bikin tune ye."   Artêşa Mûhafizên Şoreşê ya Îranê di 13’ê Adarê de bi moşekan êrişî paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê kir. Artêşa Mûhafizên Şoreşê ya Îranê bi daxuyaniya piştî êrişê, êriş girt ser xwe û ragihand ku cihê ku hedef girtine aydê îstîxbarata Îsraîlê Mossadê ye. Îranê ragihand ku bi 12 moşekên balîstîk li cihên diyarkirine xistine. Rojnamevan Weysî Talî ku li Herêma Kurdistanê dijî, êrişa Îranê û bandora vê êrişê nirxand.    ÎDÎA KIRIN  KU 9 ENDAMÊN MOSSADÊ HATINE KUŞTIN   Îranê diyar kir ku ji ber beriya çend rojan endamekî paye bilind ê Artêşa Mûhafizên Şoreşê ya Îranê li Sûriyeyê di êrişa hewayî ya Îsraîlê de mir, weke bersiv ev êriş pêk anî ye. Talî, bi lêv kir ku di daxuyaniya ji aliyê Îranê ve hatiye dayîn de tê îdiakirin ku 9 endamên Mossadê hatine kuştin û diyar kir ku rayedarên Herêma Kurdistanê jî îdia kirin ku herêma êriş lê hatiye kirin jîngeha sivîlan e.    ‘CIHÊN KU AYDÊ TIRKIYEYÊ JÎ HENE’   Talî, da zanîn ku rayedarên Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrişê de tenê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û îdia kirine ku îdiayên Îranê derew in. Talî, bi lêv kir ku li herêmê ji bo xwe bigihînin rastiyên pirsgirêkên cidî dijîn û wiha got: “Li Hewlêrê zexteke zêde li ser çapemeniyê heye. Em li herêmê nikarin zêde tevbigerin. Dîsa em nikarin bi çavkaniyên hakimî mijarê ne re bikevin têkiliyê. Em nikarin çavdêriyê li cihê êrişê bikin ku ew der navenda îstîxbarata Îsraîlê ye an na. Lê daxuyaniyên Îranê û hikumeta herêmê rastiya van îdiayan xurt dike. Bi awayekî fermî li wê herêmê îstîxbarat nebe jî tê zanîn ku bi awayekî fîîlî ew der navenda îstîxbaratê ye. Dîsa cihên ku aydê Tirkiyeyê jî li wê derê hene. Bi vê êrişê hebûna Mossadê ya li Hewlêrê hat dîtin.”   ‘HEWL DIDIN BI ZEXTAN BÊDENGIYÊ ÇÊKIN'    Talî, anî ziman ku rewşa li Herêma Kurdistanê ne rewşeke asayî ye û wiha berdewam kir: “Çavkaniya qeyranan polîtîkayên ku desthilat dimeşîne ye. Hikûmeteke ku nikare ji êrişên Tirkiyeyê û pirsgirêkên civakî re çareseriyê bibîne li herêmê pirsgirêkên diqewimin kûrtir dike. Em dibînin ku li Başûr hem qeyrana siyasî hem jî ya aborî heye. Bi taybetî li cihên ku PDK bi bandor e zexteke zêde li muxalîfan tê kirin. Li Behdînanê, rojnamevanên peymanên bêhiqûqî yên PDK kirin nûçe hatin girtin. Rojnamevan nikarin biçin cihên bûyer lê diqewimin. Ji bo çavan bitirsînin zexteke zêde heye. Polîtîkayên hikûmetê yên ku qeyrana Başûr çareser bikin tune ye."