Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze? 2022-03-15 12:26:10 RIHA - Emîne Şenyaşar di roja 372’yemîn a çalakiya Nobeta Edaletê de bang li Erdogan kir û ev pirs jê kir: “Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma Erdogan tenê dengê me nabihîze?”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 372’yan de berdewam kir. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe îro di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin Rihayê û li ser dereskeyên Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. Malbatê, ji parêzer û welatiyên hatibûn edliyeyê re qala têkoşîna edaletê kirin û gotin ku dema edalet pêk hat dê li mala xwe rûnin.    QEYDÊN LI NEXWEŞXANEYÊ HATIN DIZÎN   Di çalakiyê de Emîne Şenyaşar got ku çalakiya Nobeta Edaletê di bin zilmê de didomînin û wiha domand: “Heta ku kujerên zarokên min neyên girtin, em ê ji vir neçin. Dixwazim ku kurê min berdin. Zêdetirî 4 sal in di hucreya yekkesî tê ragirtin Zarokên min li kargeha xwe hatin birîndarkirin û rakirin nexweşxaneyê. Ew der, nexweşxaneya dewletê bû û diviyabû dewletê ew birîndar parastibûna. Lê li pêş çavên hemû kesî hatin qetilkirin. Xwîna zarokên min kete nava hev. Qeydên nexweşxaneyê hatin dizîn û hemû kes bi vê dizane. Erdogan jî dizane ku zarokên me bêyî ku sûceke wan hebe hatin kuştin. Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma Erdogan tenê nabihîze? Zarokên Emîne Erdogan jî hene.”    ‘DAYIK LI PÊŞIYA EDLIYEYÊ LÊ DOZGER LI KU NE?’    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesaba Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan etîket kir û ev peyam parve kir: “Ev bû salek û 7 roj ku em li pêşiya Edliyeya Rihayê ne. Hem walî, hem dozger û hem jî xelkê Rihayê dizane bê ka kê hevjîn û 2 zarokên vê dayikê qetil kirine. Her welatiyekî dikeve nexweşxaneyê, di bin parastina dewletê de ye. Vaye dayik li pêşiya edliyeyê lê dozgerên dewletê li ku ne?”