Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’ 2022-03-15 10:10:29   AMED - Parêzer Serdar Çelebî, bertek nîşanî biryara Dadgeha Îstînafê ku îdia dike Kemal Kûrkût “di çarçoveya qanûnî de” hatiye kuştin da û wiha got: “Biryara beraetê jî kêm hat dîtin. Bi biryarê ji polîsan re gotin, 'Ey polîsno serbest bin, em we diparêzin'.”   Di Newroza 2017'an a Amedê de polîsan xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê 23 salî ku xwestibû tevli pîrozbahiyên Newrozê bibe di ketina qadê de kuştibûn. Di doza têkildarî kuştina Kûrkût hatiye vekirin de biryara beraetê ya derbarê polîs Yakûp Şenocak de hatibû dayîn hat xerakirin. 1’emîn Daireya Cezayê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, têkildarî biryara ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatiye dayîn, îdia kir ku di kuştina Kûrkût de polîsê bersûc bi tu awayî nikare were sûcdarkirin. Di biryara 1’emîn Daireya Cezayê Dadgehê de hat diyarkirin ku Kûrkût “di çarçoveya qanûnan de” hatiye kuştin û hat xwestin biryara ku polîsê bersûc neyê cezakirin bê dayîn.      ‘RÊYA KUŞTINAN HAT VEKIRIN’   Parêzerê malbata Kûrkût Serdar Çelebî biryara Dadgeha Îstînafê nirxand. Çelebî, bi bîr xist ku Kûrkût li cihekî ku bi sedan polîs lê hebûn û îhtîmala girtina wî hebû de hat kuştin û wiha got: “Dadgehê tevî delîlan bi hêceta “têrnekirina delîlan” polîsê bersûc beraet kir. Îstînaf berî ku qala vê biryarê bike, biryara beraetê jî netêr dît. Got ku polîs karekî qanûnî kir û rêya bûyerên kuştinê yên ji niha û pê ve qewimin vekirin.”   DADGEHÊ BERAET ZÊDE DÎT   Çelebî, bi lêv kir ku li bajarên bakurê Kurdistanê gelek binpêkirinên mafan diqewimin û wiha berdewam kir: “Ev yek ji ber lêpirsîneke bi bandor nayê kirin çêdibin. Polîsên faîl jî zêdetir tên parastin. Tişta ku îstînafê kir jî ev e. Biryara beraetê jî netêr dît. Esas bi awayekî teknîkî biryara beraetê, biryareke ji ceza nedayînê bilindtir e. Ev biryarên wisa destê polîsan bi hêz dikin. Ev biryar biryareke ku di bûyerên kuştinan de polîs neyên darizandin. Ev biryar rê li ber bûyerên wisa vedike. Dadgeha Îstînafê bi vê biryarê ji polîsan re got ‘Ey polîsno ji niha û şun de ji tiştên hûn dikin re serbest bin, em we diparêzin'.”   ‘DIVÊ FAÎL BÊ TESPÎTKIRIN’   Çelebî, bi lêv kir ku Dadgeha Îstînafê bêyî bûyer çawa pêk hatiye tespît bike biryareke wisa daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwazên me yên têkildarî tespîtkirina sûc hatin paşguhkirin. Bêyî ku faîl diyar bikin, sedemê li gorî hiqûqekê avakirin. Ji xwe li gorî îstînîfê faîl kî ye ne gelek girîng e. Polîs in an na? Dibe ku kesekî tevlî Newrozê jî bûye piştî hefteyekê an du salan derkeve bêje ‘min ev tişt kiriye’. Ewil kê bûyer pêk aniye tê tespîtkirin, pişt re di çarçoveya qanûnan de an di çarçoveyê de ye tê niqaşkirin. Di vê rewşê de divê ewil faîl were tespîtkirin. Îstînafê têkildarî tespîtkirina faîl de nirxandinek nekir. Ji bo ku bûyer li gor hiqûqê be divê ewil faîl were tespîtkirin. Ev biryar hewldana parastina polîsan e. Ji ber wê yekê ne gengaze ku mirov bêje ev biryar li gor hiqûqê an jî li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.”   WÊ ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ BÊ KIRIN   Çelebî, bal kişand ku ji roja Kûrkût hatiye kuştin ve hewl tê dayîn li ser cînayetê were girtin û got: “Piştî bûyerê Walitiya Amedê daxuyaniya “bombeya zindî” belav kir. Lê piştî wêne derketin holê ku bûyer ne wisa ye. Heke wêne nebûna wê bi daxuyaniya walitiyê ser bûyerê bê girtin. Piştî ku ew wêne derketin holê me ev dît. Kemal Kûrkût zirar neda tu kesê, zirar neda polîsan. Nekete nava hewldaneke wisa. Îfadeyên bi dehan polîsan jî yên bi vî awayî hebûn. Ne hiqûqî ye ku mirov bêje ciwanekî kêr di destê wî de bû divê were kuştin.”   Çelebî, diyar kir ku bi biryara dawî rê li ber qewimîna bûyerên bi heman rengî vekirin û ji polîs û eskeran re ev tişt hat gotin: “Hûn dikarin bê şik û guman di çalakiyên wisa de çekê bikar bînin.” Çelebî, da zanîn ku wê îtîrazî biryarê bikin û hêvî dikin ku dadgeh faîl derxînin holê û cezayê pewîst lê bibirin.