6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye 2022-03-15 09:24:40 AMED - Bavê Hakan Arslan ê ku piştî 5 salan li Sûrê hestiyên wî hatin derxistin got: "Em dixwazin hestiyên xwe wergirin û veşêrin da êşa me hebikekî sivik bibe."  Di navbera 2015-2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di dema vê qedexeyê de gelek kes hatibûn qetilkirin. Yek ji van kesan jî Hakan Arslan bû. Cenazeyê Arslan heya demekê nehatibû dîtin. Malbata wî ya li Erziromê ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne gelek caran serlêdan kiribûn lê tiştek ji serlêdanan derneketibû. Lê malbatê piştî hevdîtina bi kesên wê demê li Sûrê diman re cihê ku cenazeyê Arslan lê hatibû veşartin hîn bûbû.    Piştî 5 salan, di 7'ê Sibata 2021'ê de li Taxa Hasirliyê gava ji bo avahiyên ku dê nû bihatana çêkirin navbera Dêra Katolîk û Mescîda Hasirliyê hatibû kolandin hin hestî hatibûn dîtin.    Piştî haya Serdozgeriya Komarê ya Amedê pê hatibû xistin, nimûneya DNA'yê ya bav Alî Riza Arslan û hestiyên hatibûn dîtin hatibûn danberhevkirin. Piştî danberheviyê hatibû diyarkirin ku hestî ji sedî 60 ên Hakan Arslan in, lê ji bo tespîteke qethî nimûne ji dayik Melîke Arslan jî hatibû girtin û piştî vê aşkere bûbû ku hestî yên Arslan in.    Piştî vê malbatê hêvî kiribû ku dê hestiyên xwe wergirin, lê piştî di qoqê serî yê Arslan de gule hatiye dîtin  vê carê bi fermana serdozgeriyê re hestî ji bo otopsiyê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenblê re hatine şandin. Sê meh û nîv ên karê hestiyên li ATK'ê neqediyaye û malbat jî ji ber vê nikare hestiyên kurê xwe wergire.    Bav Alî Riza Arslan ji bo dengê xwe ragihîne xwe gihand me. Bav Arslan, diyar kir ku hestiyên aydê kurê wî di 30'yê Mijdarê de ji ATK'a Stenbolê re hatine şandin, lê hê jî ji wan re tiştek nehatiye gotin.    Bav Arslan got: "Piştî 21'ê Çileya 2016'an min hew xeber ji kurê xwe girt. Piştî 5 salan cenazeyê me derket holê, lê tenê ehstî. Saleke jî em li benda wan hestiyan e. Em dixwazin em hestiyên xwe wergirin û veşêrin da êşa me hebikekî sivik bibe. Xayeya me em hestiyên kurê wxe wergirin û wan bisipêrin axê."    Bav Arslan, destnîşan kir ku ji wan re hatiye gotin ku dê hemû ka rû bar di mehekê de temam bibin, lê gelek meh derbas bûne hê jî hestiyên kurê wî nedane wan û got: "Em li bendê bûn em ê cenazeyê xwe wergirin. Sala 2016'an li ku sala 2022'yan li ku! Ev salake em eziyetêd ikişînin ji bo wergirtina cenazeyê xwe. 6 sal in eziyetê bi me didin kişandin. Cenaze yê min be bidin, ne yê min be bila bibêjin 'ne yê te ye.'"    MA / Omer Çelîk