Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn! 2022-03-15 09:21:16 RIHA - Li navçeya Pirsûsê di 2013'an de hatibû îdiakirin ku "çewalek bombeyan" hatiye dîtin. Nivîskar û rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy ku 8 sal in ji ber vê îdiayê tê darizandin got: "Li holê delîlek berbiçav tune ye, tenê sêwirandin e."  Di 30'yê Nîsana 2013'an de hatibû îdiakirin ku li ser rêya gundê Şevranê yê navçeya Pirsûs a Rihayê "çewalek bombeyan" hatiye dîtin û nivîskar-rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy 8 sal in ji ber vê îdiayê tê darizandin. Di îdianameya hatiye amadekirin de hatiye xwestin ku carekê cezayê muebedê û bi giştî 96 sal cezayê girtîgehê li Polatsoy bê birîn.    Ji ber vê îdiayê Polatsoy û 5 kesên din di 28'ê Gulana 2013'an bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "peydakirina madeyên teqemeniyê û ji rêxistinê re peydakirina muhîmatan" hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Paşê her 6 kes hatibûn berdan.    Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Polatsoy û 5 kesên din de amade kiriye hatiye gotin ku "ev operasyon li Tirkiyeyê yekem operasyon e û diyarî TEM'a Rihayê ye." Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku operasyon li ser "îxbarekê" hatiye kirin û hatiye gotin ku "Madeyên teqemeniyê di 30'yê Nîsana 2013'an de ji aliyê peywirdarên midûriyeta polîsan ve ji cihê lê hatine binaxkirin hatine derxistin. Di 2'yê Gulana 2013'an de li şûna wan amûrine bi heman şikilî bi amûrên sinyaldayînê hatine bicihkirin."    Di îdianameyê de yek jê winda 3 şahidên "nepen" li ser Polatsoy îfade dane. Her wiha qaçaxçiyê ku çewal dane Polatsoy û jê re gotine "kartonên cixareyan e" jî hê nedatiye dîtin. Di îdianameyê de şahidê bi kodnav "Abûzer" di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan Rihayê navê xwe yê bera eşkere kiribû. Şahid A.O, di danişînê de gotibû, "Ev îfade ne yên min in. Polîsan ji ber xwe ve ev tişt nivîsandine. Gef li min xwarin. Kaxezek dan ber min û gotin îmze bike. Ev ne gotinên min in." A.O., di îfadeya xwe de diyar kiriye ku polîsan xwestiye vê bûyerê têxin stuyê Polatsoy û ya hatiye kirin "komplo" ye.   Di danişîna 31'ê ya dozê de mdozger bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "peydakirina madeyên talûke" û "propagandaya rêxistinê" xwest carekê cezayê muebedê û bi giştî 96 sal ceza li Polatsoy bê birîn.    Dadgehê ji bo biryarê û parastinê dosyeyê taloqî 17'ê Gulana 2022'yan kir.    WEKÎ ROMANÊN ‘SHERLOCK HOLMES’   Polatsoy, destnîşan kir ku tiştên hatine serê wî ne kêmî romanên Sherlock Holmes ên nivîskar Sir Arthur Conan Doyle ne. Polatsoy, diyar kir ku di bûyerê de çewaline hatine "manîpulekirin" hene. Polatsoy, bilêv kir ku heya 2013'an jî li Pirsûsê "bazirganiya sînor" dihat kirin û "qaçaxçîtiya cixareyan" berbelav bûye û wê demê ji ber ku rewşa wî ya aborî enbaş bûye wî jî biryar daye ku vî karî bike. Polatsoy, anî ziman ku qaçaxçiyek ev ka rpêşniyazî wî kiriye û got: "Rojekê peyamek hat telefona ku qaçaxçî dabû min. Piştî vê peyamê ez çûm gundê Gûgik ê Pirsûsê. Min 3 çewalên araq û cixare tê de wergirtin û min danî xaniyekî vala yê xizmekî xwe. 10 roj bi şûn de ji bo wan bifiroşim 2 xwendekarên zanîngehê, em çûm cihê ku min çewal lê danîbûn. Gava me çewal vekirin me dît ji dêvla cixareyan macûnan caman û çend têl hene. Ji ber vê ez çûm navenda Pirsûsê cem qaçaxçî. Li qada Pirsûsê min dît polîs birayê min binçav dikin. Ji bo meseleyê hîn bibim ez çûmc em wan. Gava ez nêzî wan bûm yekî ji wan got, 'vî jî bibin.'"    KOMPLO   Polatsoy, diyar kir ku li nava Pirsûsê hatibûn binçavkirin lê çapemeniya alîgir nûçeyên wekî "Li Pirsûsê 2 terorîst li gundekî tevî çewalên bombeyan hatin zevtkirin" serwîs kirine. Polatsoy, anî ziman ku di îdianameyê de nivîsa wî ya bi sernavê “Gülen Cemaatinin Kirli Planları" jî hebûye û got: "Sala 2013'an sala destpêka 'Pêvajoya Çareseriyê' bû. Di destpêka pêvajoyê de, ji bo pêvajo bê berterefkirin gelek bûyerên bi vî rengî rû dabûn. Wê demê polîs ji bo li Pirsûsê HUDA-PAR û BDP'ê bera hev bidin lis er dîwaran nivîs jî nivîsîbûn û wê demê nûçeyên wekî 'li pirsûsê provakasyonên polîsan' hatibûn çêkirin. Gava me ev tişt hemû anîn cem hev du, me fêm kir em ketine nav komployekê. Îdia kiribûn ku di hundirê wan çewalên cixareyan de 'bombe' hebûne, lê macûna caman di wan de bû."    ‘NATIRSIM'   Polatsoy di dawiya axaftina xwe de got: "Ev operasyon hê jî li Tirkiyeyê yekem operasyon e. Û ez 8 sal in têm darizandin. Derbarê min de gelek tiştên wisa pûç çêkirin. Bi hinceta 'Dixwaze hilbijartinên 1'ê Mijdarê di nava xwînêd e bihêle' hatim binçavkirin. Ji ber parvekirinaeka li se rmedyaya sanal a derbarê teqîna li Enqereyê de ku min tiştek wisa parve nekiribû hatim binçavkirin. Ji ber nivîsên xwe gelek caran hatim binçavkirin. Dozger di mutalaaya xwe de dixwaze cezayê muebedê û nêzî 100 sal ceza li min bê birîn. Li holê delîleke berbiçav tune ye. Ev tenê sêwirandin e. Bombe filan bêvan tune ye. Rojek bi şûn de rojnameya Zamanê bi manşeta 'Dê Enqereyê di nava xwînê de bihiştana' derketibû. Yanî li holê 'komployek' heye. Ev lêgerîneke li dijî 'pêvajoya çareseriyê' bû. Li Rihayê pergaleke hiqûqê ya cuda heye. Ez nivîskarek im, qunciknivîsan dinivîsim. Ez doza edaletê dikim. Hibra pênûsa me hinekan nerihet dike. Dê ji niha û pê ve jî nerihet bike. Ez ji bo heqîqetê têdikoşim û natirsim."    MA / Emrûllah Acar