Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir 2022-03-15 09:19:59 ŞIRNEX - Welatiyên ku di sala 1992'yan de li Cizîrê tevî hemû êrişan jî agirê Newrozê vêxistibûn gotin: "Wê rojê çi kirin jî nikaribûn vîna gel bişikînin."  Pîrozbahiyên Newrozê yên di salên 1990'an de li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê hatibûn kirin, bûbûn sembola "berxwedanê". Di sala 1992'yan de li Cizîrê bi hezaran kes ji bo Newrozê li deverên cuda li hev kom bûbûn û ber bi cihê ku dê Newroz lê bê pîrozkirin ve meşiyabûn. Piştî wextekê dewletê bi  helîkopter û wesayîtên zirxî welatiyan guleberan kiribû, lê dîsa jî agirê Newrozê gur bûbû. Li gor daneyên fermî di van êrişan de 57 kes hatibûn qetilkirin, lê li gor şahidan kesên hatibûn qetilkirin di ser 100'î re bûn. 30 salin tevî hemû êriş û astengiyan li Cizîrê hê jî agirê Newrozê gur dibe.   Welatiyên di sala 1992'yan de Newroza Cizîrê pîroz kiribûn, behsa wê rojê kirin û bang li Cizîriyan kirin ku di 21'ê Adarê de biçin qada Newrozê.    Ji şahidên Newroza Cizîrê Osman Kartalê 65 salî, diyar kir ku gava koçer bûn bi coşeke mezin Newrozê pêşwazî dikirin û di roja 21'ê Adarê de dotina hewyanan "heram" bû. Kartal, bilêv kir ku roja Newrozê tenê berxikan şîr dimêt û ev edeteke wê demê bûye.    ‘NIKARIBÛN VÎNA GEL BIŞIKÎNIN'   Kartal, wiha behsa Newroza 92'yan kir: "Wê rojê ez şeveqê zû rabûm, min kincên xwe yên herêmî li xwe kirin û ji bo em cejna xwe pîroz bikin ber qadê ve çûm. Wê salê me biryar girti ku em Newrozê li Taxa Alîbey (termînalê) pîroz bikin. Gel ji bo biçe qadê li deverên cuda kom bû. Ez jî bi komekê re ji texma dortyolê ber bi qada Newrozê ve çûm. Wê kêliyê polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya me girt. Me jî li wir çalakiya rûniştinê li dar xist. Em bi hezaran kes rûniştin. Polîsan ji me re digot, 'hûn nikarin biçin.' Me jî got, 'em ê biçin' û me li ber xwe da. Piştî vê helwesta me polîsan êriş anî ser me. Mirov mecbûr man ji wir biçin. Paşê me li Qesabxaneyê ya li Taxa Cûdiyê hewl de em dorpêça polîsan bişikînin. Li wir jî em asteng kirin. Wê rojê bi hezaran kes ji bo biçe qada Newrozê û agir vêxe li ber xwe da. Çi kirin jî nikaribûn vîna gel bişikînin."    'GEL DÊ NEWROZÊ PÎROZ BIKE'   Kartal, destnîşan kir ku vîna gel û coşa gel pir xurt bû û got: "Destûr bidin û nedin jî ev gel dê Newrozê pîroz bike. Her ku newroz nêz dibe coş û kelecana me zêdetir dibe. Her kes divê li qadan be û Newrozê pîroz bike."    BERXWEDAN   Şahida Newroza 92'yan Sidika Erden a 59 salî jî wiha behsa wan rojan kir: "Wê rojê gava serê sibehê em şiyar bûn, wekî em ê biçin dawetê me haziriya xwe kir. Me kincên xwe li xwe kirin û em çûn Taxa Alîbeyê. Li wir bi hezaran kes kom bûbû. Me govend gerand û em li benda hatina gel bûn. Polîsan nehişt mirovên li taxa din werin cem me. Em jî çûn Goristana Cizîrê. Li vir kesên berê jiyana xwe jid est dabûn hatin bibîranîn. Wê çaxê helîkopter li ser me digeriyan. Ji helîkopterê hin kes digot, 'bera kesên ala di dest wan de ne bidin.' Em hemû rûniştin. Wê çaxê gav avêtin me. Ji ber wê gazê hin mirov ji se rhişê xwe çûn. Em ji wir çûn cem Tirba Mem û Zînê. Gava em gihaştin wir, çek teqandin. Hevalek me ket. Em hilgirt û em ji wir çûn. Wê kêliyê Berîvan Cizîrî derket holê û ji me re got, 'werin.' Me jî da dû wê. Wê kêliyeê fîşek li Berîvanê jî ket û ket erdê. Me ew hilgirt. Milê wê şikiyabû, me li wir milê wê girêda."    KOMKUJÎ   Erden, bilêv kir ku piştî êrişan ji wir çûne ber Mizgefta Nûh Nebî û got: "Em ê ji wir biçûna Taxa Nûrê. Dê axaftina bihatanan kirin, lê polîsan nehişt. Piştî ku polîsan nehişt, em ber bi Taxa Cûdiyê ve meşiyan. Wê kêliyê polîsan rojnamevan Îzzet Kezer kuşt. Hevalekî me bi navê Huesyînn hebû. Ew jî li ber goristanê hat kuştin. Li wir komkujiyek çêbû."   ‘EM Ê NEWROZÊ PÎROZ BIKIN'   Erden, diyar kir ku polîsan bi wesayîtên zirxî dora wan girtibû û got: "Paşê mirovên ji gundan hatibûn li Taxa Cûdiyê kom bûn. Wesayîtên zirxî hemû ji bo pêşî li ber wan bigirin ber bi wan ve çûn. Li wir gelek mirov hatin kuştin, lê dîsa jî me dev ji Newroza xwe berneda. Çi dikin bika bikin em ê Newrozê pîroz bikin. Ji wê rojê heya niha me dev jê berneda û em ê niha jî dev jê bernedin. Hesteyek be jî em Newroza xwe pê pîroz bikin. Wê çaxê çawa me bi ruhê berxwedanê Newroz pîrzo kir, em niha jî bi heman ruhî pîroz dikin."    Fethiye Elçîtoglû ku hevjînê wê Emîn Elçîtoglû di 16'ê Çileya 1989'an de tevî Binevş Agalê hatiye qetilkirin, bilêv kir ku wê rojê bi coşeke mezin şiyar bûbûn û li Taxa Cûdiyê dest bi pîrozbahiyê kiribûn. Elçîtoglû, bilêv kir ku li ber def û zirneyê govend gerandine û piştî wextekê polîs hatine dora wan girtine. Elçîtoglû, destnîşan kir ku lê tevî hemû astengiyan jî agirê newrozê vêxistine û Newroz pîroz kirine.   Elçîtoglû, diyar kir ku Newroz hatina biharê ye û dê her sal Newrozê pîroz bikin.    MA / Omer Akin