30 sal in li qadên Newrozê ye 2022-03-15 09:11:26 AMED - Necîme Yaşarer a beriya 30 salan bi zarokên xwe re tevli pîrozbahiya Newrozê ya ewil bûbû, niha xwe amade dike ku bi nêviyên xwe re tevlî Newrozê bibe. Yaşarer, her kesî vexwend Newrozê û wiha got: “Newroz, yekitî, aştî û hebûna Kurdistanê ye. Divê em biçin Newrozê û ji 7 salî heta 70’ê salî qadan dagirin.” Necîme Yaşarer a 54 salî ku Newrozê weke “berxwedan” berxwedanê jî weke “jiyan” penase dike, tevî hemû zext û astengiyan 30 sal in li qadên Newrozê ye. Yaşarer, xwe amade dike ku îsal jî bi heman kelecanê tevlî Newroza Amedê ku bi milyonan kes tevli dibin, bibe.    Yaşarer a li Gundê Sersiya yê girêdayî navçeya Pîrana Amedê ji dayik bûye, hêj 16 salî bi darê zorê hatiye zewicandin û 9 zarok anîne ser dinê. Lê ji ber nexweşî û xizaniyê 3 zarokên xwe winda kirine. Yaşarer, pêvajoya beriya zewicînê û zewica di temenê biçûk de wiha vegot: “Di zarokatiya min de tu rojeke me ya xweş nebû. Bavê min nehekî li dayika min dikir. Di wî temenê xwe yê biçûk de min li sewalan dinêrî, ez diçûm pembû û binkolê.” Yaşarer weke jinên kurd ên din ji bilî zexta zilaman nesîbê xwe ji zexta dewletê jî girt.    TUNDIYA DEWLETÊ   Yaşarer, di salên 1990’an de bi tundî û heqareta esker û cerdevanên bi ser malên wan de girtin re rûbirû ma. Yaşarer a li ser berdewamkirina zextan koçî navenda Amedê kir, li vir jî bi heman zext û tundiyan re rûbirû ma. Yaşarer, zextên pê re rûbirû ma bi van gotinan anî ziman: “Pirsa îşareta serkeftinê ya ku min li Newrozan kir jî kirin.” Yaşarer piştî sala 2015’an, ji ber hevjînê wê û kurê wê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” hatin girtin, xwe di rêyên girtîgehan de dît. Yaşarer hêj jî di navbera Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê ku hevjînê wê lê ye û Girtîgeha Dîlokê ya lawê lê ye de diçe û tê.     Yaşarer, li dijî tundî û zexta ku di temenê zarokatiya xwe de pê re rûbirû ma, demeke tenê di qadên 8’ê Adarê û Newrozê bêhnê bigire û daxwazên xwe bîne ziman. Yaşarer, a di çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku beriya çend rojan hat li dar xistin de bi hezaran jinan re azadî qîr kir, bi çar çavan li benda Newroza ku dê di 21’ê Adarê de were pîroz kirinê ye.    ‘ÇENTEYÊ DERDAN’ Ê YAŞARERÊ   Yaşarer, dazanîn ku wê bi neviyên xwe yên weke wê bi kelecanin re tevlî Newrozê bibe. Yaşarer, çenteyê ku weke “çenteyê derdan” pênase dike yê wêneyên kevin yên Newroz û girtîgehê tê de ne nîşan dan û wiha got: “Ev çente hevrêyê min, hevkarê hemû derd û keyfxweşiyên min e. Dema ez mirim bila deynin ber serê gora min. Tiştên ku bi me kirin li dijî mirovahiyê ne, kes qebûl nake. Dîsa jî em li ser piyên xwe ne.”   NEWROZÊN BERÊ XWEŞ BÛN   Yaşarer, bi lêv kir ku 30 sal in diçe qadên Newrozê û serpêhatiyên xwe yên beriya niha wiha vegotin: “Ez bi 6 zarokên xwe re tevlî pîrozbahiya Newroza ewil bûm. Xwezî wênegirek hebû ya ku wêneyê wê kêliyê kişandibûya. Zarokekî min di hembêza min de, yek bi pişta min ve, yek di dest min de her sêyên din jî li pey min em diçûn. Ew dem gelek xweş bûn. Êvaran di kolanên taxan de Newroz dihat pîrozkirin. Dahol û zirne dihat, Teker dihatin şewitandin. Me li dora agir govend digerand. Herkes dihat rex hev, me bi hevalên xwe re demekî xweş derbas dikir. Dîsa li Batikentê Newroz çêdibû. Kesekî ku serê wî neşikestî, seqet nemayî nebû. Gelek mirovan di Newrozê de jiyana xwe ji dest dan.”   ‘NEWROZ YEKITÎ, AŞTÎ Û HEBÛNA KURDISTANÊ YE’   Yaşarer, destnîşan kir ku ji ber serpêhatiyên wan ên berê Newroz ji bo wan rojeke gelek bi wate ye û wiha berdewam kir: “Ez ji niha ve kelecan bûme. Neviyên min jî amadekariyên Newrozê dikin. Ez ê îsal bi neviyên xwe re biçim Newrozê. Newroz ji bo min yekitî, aramî, mirovahî û hertişt e. Herkesên ku diçin Newrozê aştiyê dixwazin. Kes ji bo şer naçe. Newroz, yekitî, aştî û hebûna Kurdistanê ye. Heke em îro neçin Newrozê û pîroz nekirn wê demê em hebûna xwe diavêjin aliyekî. Newroz roja gelê Kurdistanê yê bindest e.”   ‘BILA AMED BIHEJE’   Yaşarer, herkes vexwend Newrozê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê em biçin Newrozê. Bila Newroza 2022’yan bibe azadiya hemû girtiyên dîl girtî û bila di vê Newrozê de herkes tişta ku dikeve berê wî/wê bike. Kes bi girtinê û kuştinê xelas nabe. Em dibêjin aştî, aştî û careke din aştî. Her kesê ku ji xwe re dibêje ‘kurd im’ bila dakeve qadan. Bila îsal tiştek çêbibe û Amed biheje. Em dawiyê li van zextan bînin û ji 7 salî heta 70’ê salî qadan dagirin.”   MA / Eylem Akdag