Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne 2022-03-14 13:25:39 AMED - Malbatên Nobeda Edaletê digirin serdana Partiya DEVA’yê ya Amedê kirin. Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen got: “Em soz didin ku em ê bibin dengê malbatan.”  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Amedê di roja 119’emîn de berdewam kir. Malbatan îro serdana Partiya Demokrasî û Pêşvebirinê (DEVA) a Serokatiya Amedê kirin. Serokê DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen û rêveberên wê malbatan pêşwazî kirin.    DAXWAZÊN MALBATAN    Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada di serdanê de axivî û bi bîr xist ku 4 meh in ji bo girtiyan nobeda edaletê digirin û di vê pêvajoyê de ji 10’an zêdetir girtî jiyana xwe ji dest dane. Ada bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin da û got: “30 sal in girtî ne, hêj radibin ji wan dipirsin dibêjin ‘hûn poşman in’. Dema dibêjin ‘em ne poşman in’ berdana wan taloq dikin. Bila ev zilm û şidet bi dawî bibe. Bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Çend sal in dayika min birayê min girtî nedîtiye. Çend roj berê ez çûm hevdîtina wî. Bûye hestî û maye. Em aştî û edaletê dixwazin û dibêjin tavilê zilma li ser girtiyan bi dawî bikin.”    Xezal Yildirim a xizma girtî jî diyar kir ku ew beriya her tiştî dixwazin girtiyên nexweş werin berdan û got: “Rewşa Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk li ber çavan e. Bila daxwazên zarokên me bînin cih. Êdî çavê me li rêyan e. Em naxwazin cezayên wan bên taloqkirin. Ji me re bibin alîkar. Ji bo zext bi dawî bibin û tecrîd rabe, bibin alîkar. Çimkî edalet nebe, tu tiştek bicih nayê.”    Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler jî got: “Îro daxwaziyek me bi tenê heye ku vê bêedaletiyê bi dawî bike. Bila ji bo hemû girtiyan heman qanûnan bisepînin.”    'SOZÊN XWE BICIH NEANÎN’    Bavê girtiyê nexweş Hakki Boltan jî destnîşan kir ku daxwaziya wan ew e ku girtiyên nexweş bên azadkirin û got: “Heke ev bêedaletî rabe bila ji bo her kesî rabe. Divê em di vê pêvajoyê de bibin yek û xwe ji vê pêvajoyê rizgar bikin. Hûn dikarin di çalakiyan de li cem me bin. Dema hûn wisa me bi tenê bihêlin, dê bêdengî çêbibe. Heke hûn werin ba me wê dengê edaletê jî bilind bibe. Destê kurê min nîne û çavên wî nabînin. Em li hemû partiyan geriyan lê sozên ku dan bicih neanîn.”    ULSEN: EM SOZA PIŞTEVANIYÊ DIDIN MALBATAN    Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen jî anî ziman ku daxwaza malbatan daxwazek mafdar e û wiha got: “Em li cem hemû dayikên ku daxwaza edaletê dikin cih digirin. Yek ji pirsgirêkên mezin ên li welat rewşa girtiyên nexweş e. Her ku çareserî pêk neyê û wext here dê bibe ku pirsgirêkek kes nikare ji navê derkeve. Di çend salên dawî de bi awayek cidî problema edaletê li Tirkiyê heye. Bêhiqûqî û bêedaletiyên cidî diqewimin. Em li cem mezlûman cih digirin û zilmkaran naxwazin. Divê ji bo tevahiya girtiyên nexweş qanûnên sererastkirinê werin çêkirin. Ev jî bi têkbirina îktidarê pêkan e. Saziyên Tiba Edlî (ATK) girtiyên nexweş terkî mirinê dike. ATK ne saizyek siyasî ye û divê serbixwe be û hikûmet destê xwe ji ser ATK’ê vekişîne. Daxwaza malbatan însanî û ehlaqî ye. Divê tavilê daxwaza malbatan were qebûlkirin. Em jî soz didin malbatan ku em ê bibin dengê wan. Em ê ji niha pê ve li meydanan bêtir li cem hev bin. Dibe ku em em xwedî bîrdozî û ramanên cuda bin, lê belê em di mijarên mirovî de dikarin bibin yek.”