AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an 2022-03-14 12:49:15   ENQERE - AKP-MHP'ê ji bo guhertina Qanûna Hilbijartinê pêşniyarqanûn dan Serokatiya Meclisê. Di pêşniyarqanûnê de benda hilbijartinê ji sedî 7 hatiye diyarkirin.    Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Hayatî Yazici û Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz, ji bo guhertina Qanûna Hilbijartinê pêşniyarqanûnek dan Serokatiya Meclisê. Pêşniyarqanûn ji 15 rûpelan pêk tê û daxistina benda hilbijartinê jî têde heye. Li gorî pêşniyarqanûnê benda hilbijartinê ji sedî 7 e û ji bo partiyên siyasî bikaribin tevlî hilbijartinê bibin şertê avakirina komê ya li meclisê tê rakirin. Li gorî pêşniyarqanûnê ji bo partî bikaribin tevlî hilbijartinê bibin divê beriya hilbijartinê 6 mehan xwe li 41 bajaran bi rêxistin bikin. Bi vê tê xwestin ku pêşî transfera parlamenteran bê girtin.    Dîsa wê hilbijêr nikaribin demeke kurt a beriya hilbijartinê cihên lê dimînin biguherînin. Ji bo vê jî cihê ku hilbijêr salek lê ne wê esas bê girtin. Wê tayînkirin li derveyî vê bê hiştin.    Her wiha wê serok û endamên lijneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan ji nav dadgerên asta yekemîn bi peşkê bên hilbijartin û di encama vê peşkê de dê Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar bê diyarkirin. Wê endamekî partiyeke din nikaribe weke endamê lijneya sindoqê bê diyarkirin.    Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Hayatî Yazici û Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz, derbarê mijarê de li meclisê civîneke çapameniyê li dar xistin û naveroka pêşniyarqanûnê bi raya giştî re parve kirin.