Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat 2022-03-14 12:21:02 ENQERE - Dozger di Doza Kobanê de mutalaya “berdewamiya girtinê” da û biryara DMME’yê ya Gurcistanê dît lê biryara DMME’yê ya ji bo Tirkiyê ji nedîtî ve hat. Prz. Ezgî Gungordu diyar kir ku dosye siyasî ye û got: “Wê hêj eletewşî bibin.”  Di danişîna Doza Kobanê de dozger 12 rûpel mutalaya “berdewamiya girtinê” amade kir û biryar da. Dozger di mutalaya xwe de 9 rûpel ji bo Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag veqetand. Heman dozgerî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û kesên dan dabû jî ji nedîtî ve hat.    BIRYARA JI BO TIRKIYÊ JI NEDÎTÎ VE HAT    Dozger ango meqamê îdiayê çawa ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan biryarên DMME’yê ji nedîtî ve hat ango nas nekir, bi heman awayî wî jî biryara DMME’yê ya ji bo TirkiYê nas nekir. Dozger di mutalaya xwe de îdia dike ku gumana reva siyasetmedarên girtî heye û biryara DMME’yê ji bo Merabishvili/Gurcistanê di 28’ê mijdara 2017’an de daye bi bîr xistiye.    DOZGER XWE XISTIYE POZÎSYONA ÇAVDÊRIYÊ    Dozger di hêceta berdewama girtinê de diyar kiriye ku siyasetmedaran prastina xwe nekirine, siyasetmedarên xwestine parastinê bikin navê wan ji aliyê parêzeran ve nehatine ragihandin û vê şîroveyê kiriye, “Helwest û şêwaza bersûc û mudafiyan balê kişandiye ser xwe, wek mînak dibêjin ku dadgeh delîlan lê tîne, ne bêalî ye û ev yek ji aliyê meqamê îdiayê ve hatiye çavdêrkirin.”    ŞAHIDAN XWEST SIYASETMEDAR WERIN BERDAN    Her wiha dozgeriyê beyanên miştekî û şahidan jî kiriye hêceta berdewamiya girtinê. Tevî vê yekê jî di danişîna 8-9’ê adarê de ku li miştekî û şahidan hat guhdarkirin, tenê kesek bûye gazinker. Polîsê miştekî jî diyar kir ku wî siyasetmedarê HDP’yî di çalakiyan ango bûyeran de nedîtiye. Gelek şahidan got wan mafê xwe yê demorkatîk bikar anîne û tevlî daxuyanî û çalakiyan bûne û ew li dijî DAIŞ’ê derketina kolanan û her wiha şahidan xwest siyasetmedar werin berdan.    ‘BIRYARÊN ELETEWŞÎ DIDIN’    Ji parêzerên Doza Kobanê, prz. Ezgî Gungordu pêvajoya dozê û mutalaya dozger nirxand û destnîşan kir ku şandeya dadgehê li dijî rêbazan guhdariya şahidan dike û dixwazin bi lez û bez ser dozê bigirin. Gungordu diyar kir ku delîlên ku dozger berpêş dike jî ne li gorî rêbazê ne û dozgerê vê dozê tenê delîlên dij qebûl dike. Gungordu anî ziman ku di warê hiqûqî de tu ravekirina Doza Kobanê nîne û got: “Tiştên ku dibêjin gelek pêkenok û dûrî aqilan e. Heta niha jixwe eletewşî tiştan dibêjin û biryaran didin, wê hêj eletewşî bibin. Li gorî xwe delîlan çêdikin û amade dikin.”    MA / Bêrîvan Altan