Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê 2022-03-14 10:24:55 ŞIRNEX - Zehra Hazar ku di Newroza 1992’yan de bi giranî birîndar bûbû, her sal bi heman kelecanê Newrozê pêşwazî dike. Hazar anî ziman ku ew ê wan rojan tu caran ji bîr neke û wiha got: “Hevalên ku min destê wan girtî û dawet dikir, li ber çavên min kuştin. Gelo heke ev hovîtî nebe, nexwe çi ye? Ez ê wan çawa ji bîr bikim?”  Gelê kurd, Newrozê weke sembola berxwedana li dijî zilmê dibînin. Mezintirîn serhildanên mezin ên Newrozê, di sala 1992’yan de li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê hatin pîrozkirin. Di vê salê de serhildana gelê kurd, gihişt lûtkeyê. Li Botanê bi rojan beriya pîrozbahiyê amadekarî hatin kirin û di sersibeha 21’ê Adarê roja Newrozê de jin, mêr û zarok bi hev re herikîn qadên Newrozê. Dema xelkê herêmê ber bi qada Newrozê ve dimeşiya, hêzên artêşa Tirkiyeyê gule li girseyê barandin. Li gorî encamên fermî, di êrişê de 57 kes û li gorî agahiyan şahidan jî zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.    NAVÊN ZAROKÊN XWE KIR BÎŞENG Û BINEVŞ   Yek ji kesên ku bûbû şahida Newrozê û di êrişê de bi giranî birîndar bûyî jî Zehra Hazar bû. Hazar, wê demê 21 salî bû û ducanî bû. Mîna li her deverê, Hazar jî ji bo pîrozbahiya Newrozê bi kelecaneke mezin amadekariyên xwe kiribûn, dest û pora xwe hene kiribûn, cil û bergên rengîn li xwe kiribûn û ber bi qada Newrozê ve dimeşiya. Di sersibeha 21’ê Adara sala 92’yan de bû hedefa hêzên dewletê ku tehemûla coş û kelecana Newrozê nekiribûn. Di êrişa hêzên taybet de ji lamika xwe bi giranî birîndar bû. Tevî birîndariya xwe jî tê binçavkirin û 2 rojan binçavkirî dimîne. 4 meh piştî êrişê, zarokeke Hazar çêdibe û navê Bîşeng Anik lê dike. Hêjayî gotinê ye ku Bîşeng Anik piştî pîrozbahiyên Newroza sala 92’yan, di bin çavan de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Navê keçeka xwe ya din jî dike Binevş Agal (Bêrîvan). Binevş Agal, dema li Cizîrê xebatên birêxistinkirinê dikir, bandoreke mezin li jinên Botanê kiribû û di 16’ê çileya sala 1989’an de jî di encama serdegirtina malê de hate qetilkirin.    Bi ser bûyerê re 29 sal derbas bûn lê ew roj, hêjta roja îro di bîra Hazar de ne. Zehra Hazar, niha 50'î salî ye û her sal çend rojek beriya Newrozê, dest û pora xwe hine dike û bi coş û kelecana Newroza 92’yan berê xwe dide qadê. Hazar dibêje ku zêdetirî 200 jinan di berxwedana Newroza 92’yan de cih girt û ew Newroz bi komkujiyeke mezin bi dawî bû.   'BIRÎNDAR BÛM'    Hazar anî ziman ku kesên ji bo pîrozbahiyê çûbûn, cenazeyên wan vegeriyan malê û wiha qala wê rojê dike: “Min, çend roj beriya Newrozê amadekariyên xwe kiribûn. Min, dest û pora xwe hine kiribûn. Serê sibehê zû rabûm. Ji ber ku roja Newrozê bû û em pir bi kelecan bûn. Me xwest beriya pîrozbahiyê heta qada Newrozê bimeşin. Lê hêj di rê de gule li me hatin reşandin. Ji asîmanan gule dibariyan. Me nekarî zarokên xwe di nava wê aloziyê de bibînin. Her kes bi rexekî ve direviya. Di wê aloziyê de ez jî birîndar bûm. Li erdê bi dehan cenaze hebûn. Segvanekî tîmên taybet ez hedef girtim û bi giranî birîndar bûm. Ez rakirim nexweşxaneya Şirnexê. Li wir bi dehan cenaze hatibûn rêzkirin. Bi dîtina wan cenazeyan re min xwe gelek nebaş hîs kir. Ji ber ku birîna min giran bû, şandin Amedê. Bi ser hişê xwe de çûbûm lewma min nezanî ez çawa anîme vê derê. Piştî tedawiyê jî hatim binçavkirin. Du rojan di bin çavan de mam û piştre hatim berdan. Mîna dînan bûbûm û ji wê rojê heta niha nexweş im.”   'KESÊN KU ME BI HEV RE GOVEND DIGERAND KUŞTIN’    Di berdewamê de Hazar anî ziman ku di Newrozê de bi taybet jî jin hedef hatin girtin û wiha domand: “Dengê guleyan, di nava tililiyên jinan de nedihatin bihîstin. Kesên hatibûn pîrozbahiyê exlebe jin bûn. Ên hatine kuştin jî jin bûn. Zilamên hatibûn wir, reviyan. Lê jin li wir man. Ez birîndar bûbûm lê haya min ji birîna min nebû. Piştre hevalên min got; ‘ew çi xwînê ji dev û lêvên te tê?’ Min fîstanekî spî li xwe kiribû. Hemû bûbû xwîn. Leşkeran der û dora me dorpêç kiribû. Devereka ku em xwe jê xelas bikin nemabû. Gelek hevalên min di êrişê de hatin kuştin. Hevalên ku me bi hev re govend digerand, li ber çavên min kuştin. Destê me di destê hev de bû û min dît ku destên me ji hev vebûn. Yek ji me hate kuştin û ya din jî birîndar bû. Me tiştek nekiribû. Me destê hev girtibû, me dawet dikir û tililî diavêtin. Ya ku bi serê me hatî hovîtî bû. Ewqas mirov hatin kuştin. Heke ev hovîtî nebe gelo, nexwe hovîtî çi ye? Heta ku sax bim dê tu carî wê rojê ji bîr nekim. Hemû xwîşk û birayên min bûn.”   HER SAL BI HEMAN KELECANÊ PÊŞWAZÎ DIKE   Hazar, diyar kir ku ji ber guleya li lamika wê ketibû, hêj niha jî di axaftin û xwarinê de zehmetiyê dikişîne. Hazar, got ku her sal bi kelecana Newroza 92’yan diçe qada Newrozê û axaftina xwe wiha qedand: “Her sal diçim Newrozê. Çend roj berê destên xwe û pora xwe hine dikim. Piştre kiras û fîstanên herî xweşik amade dikim. Ez, par gelek nexweş bûm lewma min nekarî biçim Newrozê. Ji ber vê jî gelek qehirîm. Her sal, çend roj beriya Newrozê diçim Cizîrê û li wir beşdarî Newrozê dibim. Her sal govenda Newrozê digerînim. Banga min bo her kesî ew e ku bên Newrozê û Newroza xwe pîroz bikin. Newroz a herkesî ye. Newroz, cejna biharê ye.”    MA/Zeynep Dûrgût