Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e 2022-03-14 09:17:10 ŞIRNEX - Starta Newrozê ya îsal dê li navçeya Elkê bê dayin. Gelê Elkê bang li Barzanî kir ku li cem gelê xwe cih bigire û ev tişt gotin: "Bêtifaqî zirarê dide destkeftiyên gelê kurd. Serkeftin bi tifaqa me pêkan e." Starta Newrozê wê îsal bi beşdariya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û parlementerên HDP’ê li navçeya Elkê ya Şirnexê ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye bê dayin. Mijara mereqê ye ku wê li sînor peyameke çawa bê dayin. Gelê Elkê, diyar kir ku ji bo serkeftineke mayinde pêdivî bi tifaqê heye û bang li Serokê PDK'ê Mesût Barzanî kirin ku bi gelê xwe re be, ne li dijî wan be.    'DIVÊ EM DESTÊ HEV BIGIRIN'    Ji welatiyan Haci Dûrmûş, anî ziman ku perçebûna ku di navbera gelê kurd de zirarê dide deskeftiyan û wiha got: “Herkesê ku yekitiyê dixwaze bila tevlî pîrozbahiya Newrozê bibe. Ez hatime 60 saliya xwe. Di van  60 salan de tişta ku min dîtî di her çar perçeyên Kurdistanê de jî kurd dibêjin ku 'Em aşitî û tifaqê dixwazin'. Lê mixabin malbata Barzanî bi tu awayî tifaqê naxwaze. Em vî tiştî qebûl nakin. Em bang li Barzanî jî dikin, 'bila were destê xwe bide me, destê xwe bide biratiyê'. Çavên me ne li qoltix û pere ne. Em dibêjin em miletekî bindestin ji ber wê jî divê em destê hev bigirin ku serbikevin.” Dûrmûş, destnîşan kir ku Newroz pêvajoya aşitiyê ye û wiha berdewam kir: “Em dixwazin ku li her çar perçeyên Kurdistanê Newroz bê pîrozkirin. Newroz aştî, biratî û tifaqî ye. Newroz kulîlka biharê ye. Em ê di 15’ê Adarê de li quntarên Çiyayê Kato agirê Newrozê vêxin. Em bang li gelê Elkê dikin; werin em bi hev re Newroza xwe bi tifaqî pîroz bikin. Em aştiyê û azadiyê dixwazin.”   'ÇIMA BARZANÎ HER CARÊ PIŞTA XWE DIDE GELÊ XWE?'    Ji welatiyan Enver Hakseven (55) jî bi lêv kir ku cihê ku tifaqî lê nebe serkeftin jî nabe û wiha got: “Bi salan e bira birayî dikuje. Em naxwazin ku êdî xwîn birije. Barzanî çima her carê pişta xwe dide gelê xwe? Divê ku li cem gelê xwe be, ne li hemberî gelê xwe be. Di dîrokê de me li gel Barzanî şer kiriye? Çima niha li hemberî me disekine. Bila dawî li van operasyonan bîne. Ev nade qezenc kirin. Bi dijmin re rûniştin wê bide winda kirin. Divê bi gelê xwe re bibe tifaq. Ev helweste zirarê dide destkeftiyên gelê kurd. Aştî, azadî bi tifaqiya me û yêkitiya me pêkane. Divê em vê Newrozê bikin Newroza serkeftinê û tifaqê. Werin em bi hevre 15'ê Adarê li Elkê agirê Newrozê geş bikin.”    'DEM DEMA SERKEFTINÊ YE'    Dayika Zeynep Bal (60) jî diyar kir ku dem ne dema malê rûniştinê ye û got: “Barzanî ji me çi dixwaze? Bila cihê xwe birûne. Kesê ku feydeyê wî negihije gelê kurd, bila zirarê jî nede. Çima her carê operasyona erê dike? Bila êdî bes dijminahiyê bi gelê xwe re bike û xwînê birijîne. Bila dayik êdî bes rondikên çavan bibarînin. Çavên dayikan teji xwîn bûn. Çi ji me dixwazin. Xwedê pişta dijmin bişikîne. Bila gelê Elkê jî xwe bêdeng neke û rabe ser piyan. Em bi salane Newrozan pîroz dikin. Bila herkes bê tevlî newroza Elkê bibe. Dem dema serkeftinê ye. Dem dema tifaqê ye. Bila herkes destên xwe bidin hev û bi tililiyan dakevin qada Elkê.”   'NEWROZ BIBE WESILEYA AZADIYA OCALAN'    Dayika Eydê Yîgît jî bertek nîşanî helwesta malbata Barzanî da û got ku Barzanî zirarê dide têkoşîna gelê kurd.  Yîgît, xwest ku Newroza îsal bibe Newroza tifaqê û serkeftinê û wiha axivî: “Hêvî dikim ku ev Newroz bibe wesileya azadiya birêz Ocalan. Bila bibe wesîleyê azadiya hemû girtiyan. Em dixwazin ku deriyên girtîgehan vebin. Em ê serbikevin. Bila bes xwîn birije. Bese ma heta kengî? Xwîn bi xwînê nayê şûştin.”   'SERKEFTIN BI TIFAQÊ PÊKAN E'    Ji welatiyan Velî Bal (67) jî bêtifaqiya gelê kurd rexne kir û wiha got: “Gelê kurd ji ber ku netifaqe bindeste. Heke ku em tifaq bûna ev tişt nedihatin serê me. Divê em bi cesaret bin. Tişta ku ji me re pêwîst cesaret e. Kurd ne tifaq e. Bêtifaqî zirarê dide destkeftiyên me. Barzanî her mehê carekê li gel Erdogan rûdine. Her carê rê li Erdogan vedike. Ew jî birayê me ye lê zilmê li gelê xwe dike. Ev zirarê dide. Em dibêjin bila her çar perçe bibin tifaq. Lê em 5 kes di nava xwe de ne tifaqin. Em nebin tifaq serkeftin zehmet e. Kurd bibe tifaq wê kes nikare me. Serkeftin bi tifaqa me pêkan e.”   MA / Zeynep Dûrgût