‘Em ê serê xwe netewînin’ 2022-03-14 09:03:37 COLEMÊRG - Cengîz Ertaş ê di qedexeya derketina derve ya li Geverê de kurê wî yê 16 salî hat kuştin diyar kir ku dewletê polîtîkayên taybet xistine dewrê û yên bedel dane dê serê xwe netewînin.  Di ser “berxwedna xwerêvebirinê” ya li navçeya Gevera Colemêrgê de 6 sal derbas bûn. Qedexeya derketina derve di 13’ê Adara 2016’an de dest pê kir û heta cotmeha 2016’an berdewam kir. Mal û milkê xelkê yên li taxên şer xesarek mezin dîtin. Di serdema qedexeyê de ji 90 kesî zêdetir însan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên van welatiyan piştî demên dirêj radestî malbatan hatin kirin. Hêj hin cenaze li goristana bêkesan a Erziromê veşartî ne.    Cengîz Ertaş ê yê ku kurê wî Diyar Ertaş di cotmeha 2015’an de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin behsa wê serdemê kir.    BEDELÊN GIRAN DANE    Cengîz Ertaş diyar kir ku di wê serdemê de xelkê Geverê bedelên giran dane û wiha behsa wê pêvajoyê kir: “Şehadet hesta ku herî zêde mirovan didin zorê ye. Kurê min di serdema xwerêvebirinê de li sûkê hat kuştin. Wê heyamê rojê du sê ciwan dihatin qetilkirin. Tenê ne êşa lawê min, êşa xortên din jî di dilê min de heye. Ew jî zarokên min in. Êşa malbatên wan jî êşa min e. Êşa me heman êş e.”    ‘GELO HÛNÊ HER ZAROKÊ KEVIR BIAVÊJE BIKUJIN?’   Ertaş anî ziman ku ji salên 90'î heta niha bedêlên têkoşîna xwe daye û got: "Ez ketim girtîgehê, 2 zarokên min hatin qetilkirin. Zarokê min ê din dema lîseyê dixwend du caran hat girtin. Me demek pir zehmet derbas kir. Heke em bi ferdî bifikirin, mirov nikare di warê psîkolojîk de bi ser bikeve. Ez qet bi xwe nefikirîm. Her zarokê ku li wir hatiye kuştin zarokê min e. Me ew êş her roj dikişand. Dewletê zilm li me kir, ev zilma dewletê bû. Kurê min ne kesek çekdar bû. Di çalakiya bêîteatiya sivîl de hat kuştin. Ma gelo hûn ê her kesê ku kevir biavêje bikujin?”   ‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’    Ertaş anî ziman ku her çiqas ew ketiye girtîgehê û du zarokên wî hatine kuştin jî dê serê xwe netewîne û got: “Ez ê qet serê xwe netewînim. Çimkî qet fikara min jî nîne. Ez mafên xwe dixwazim. Çima ez ê serê xwe bitewînim?”    ‘DEWLETÊ POLÎTÎKAYA TAYBET XISTIYE DEWRÊ’    Ertaş destnîşan kir ku piştî sala 2016’an de li bakurê Kurdistanê dewletê polîtîkayên taybet xistiye dewrê û got: “Ji bo ku em dest ji nirxên xwe û têkoşîna xwe berdin, dewletê polîtîkayên taybet daniye pêşiya me. Em bala xwedidinê polîtîkaya fihûş û tiraykê li ser ciwanên me ferz kirine. Dewlet van hemû dizane. Dewlet bi zanebûn dengê xwe ji vê polîtîkayê re nake. Divê gelê me li hember van polîtîkayan bi hestiyar tevbigere û girêdayî nirxên xwe bimînin.”   MA / Mehmet Şah Orûç