Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye 2022-03-14 09:03:35 COLEMÊRG - Hêvîdar Erdem a ku di nava 11 salan de ji ber mesafeya dûr tenê 7 caran çû hevdîtina hevjînê xwe yê girt, diyar kir ku herî dawî 3 sal berê çûye hevdîtinê û dewlet bi van polîtîkayan nikare wan teslîm bigire. Li girtîgehên Tirkiye û herêmê girtî rastî zext, muameleya xerab û binpêkirina mafan tên, malbatên wan ên li deverên dûr nikarin girtiyên xwe bibînin. Malbat jî bi girtiyan re ji ber polîtîkaya “sirgûnê” tên cezakirin. Malbat hem ji ber ku dûr in û hem jî ji ber ku rewşa wan aborî nebaş e nikarin biçin girtîgehan hevdîtinê bkin.   Yek ji van malbatan jî malbata Şemsettîn Erdem ê li Girtîgeha Manîsayê ya Tîpa T’yê tê ragirtin e. Ew ji sala 2011’an ve bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin. Berê li girtîgeha Antalyayê û Îzmîrê maye.    DI 11 SALAN DE TENÊ 7 CARAN HEVJÎNÊ XWE DÎTIYE    Hevjîna Erdem, Hêvîdar Erdem ku bi 2 zarokên xwe re li navçeya Şemzînana Colemêrgê dijî, di nava 11 salên derbasbûyî de tenê 7 caran çûye hevdîtina hevjînê xwe. Erdem anî ziman ku herî dawî 3 sal berê bi zarokên xwe re çûbû cem hevjîna xwe û wiha got: “Ji ber ku li girtîgeheke dûrî me tê girtin ez nikarim biçim hevdîtinê. Ji bo dîtinê em 24 saetan ji Şemzînanê diçin Manîsayê. Çûn û hatina me 3 roj in. Bi zarokan re çûna hevdîtinê zehmet e. Em li ser rêyan perîşan dibin. Her çiqas me xwest wî sewqî girtîgehek nêzî me bikin jî lê nakin. Her tim cezayên hucreyê didin hevjînê min. Tenê em bi rêya telefonê diaxivin. Lewma ez ji ber rewşa jiyana wî bi fikar im. Zindan di hundirê zindanê de çêkirine. Dixwazim em dev ji girtiyên xwe berdin. Lê em ê qet dest ji têkoşîna xwe bernedin. Tiştên ku tînin serê girtiyan antidemokratik in. Em van sepan û zilma li ser kurdan qebûl nakin.”