Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin 2022-03-13 15:14:44   DÊRSIM - Li Dêrsimê ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên 19’ê adarê, li kolanan belavok hatin belavkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersimê, ji bo Newroza ku 19’ê adarê roja şemiyê li Qada Seyît Riza were pîroz kirin, li Taxa Cumhuriyetê belavok belav kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu jî tev li xebatan bû. Di dema belavkirinê de tevî stranên Newrozê, her tim dirûşmên “Bijî Newroz” û “Newroz xêrama” hatin berzkirin. Şêniyên taxê jî derketin paceyên xaniyên xwe û bi çepikan piştgirî dan xebatê. Endamên HDP’ê yên xebat dimeşandin li hin kolanan bi erbaneyan govend gerandin. Ev yek jî bû wesîleya dîmenên rengîn.