Ji bo Newroza Wanê bang kirin 2022-03-13 15:14:02   WAN - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Wanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Newroza îsal a Wanê dê di 20’ê adarê de li Keleha Wanê bê lidarxistin û bang li her kesî kir ku biherikin qadên Newrozê.    Komîteya Amadekar a Newroza Wanê têkildarî bernameya Newroza îsal li hotêleke bajêr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nûnerên Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Şaxa Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, Komeleya Jinan a Star, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amade bûn.    ‘BILA WESÎLEYA AŞTIYÊ’   Di civînê de Hevberdevka Komîteya Amadekar a Newroza Wanê Mehtap Işik axivî û hemû kes vexwend Newroza Wanê ku dê di 20’ê adarê de bê lidarxistin. Hevberdevkê komîteyê Ahmet Guler jî di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku pîrozbahiyên Newrozê li navenda bajêr û navçeyên wê dest pê kirine û hêvî kir ku Newroza îsal bibe wesîleya aştî û xwîşk û biratiyê.    ‘SERHILDANA LI HEMBERÎ ZILMÊ YE’   Her wiha Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo gelê kurd û wiha domand: “Gelê Wanê tevî hemû zextan jî qadên Newrozê bi tevlibûna sedhezaran pîroz kir. Mîna duh, tevî hemû zextan îro jî xwedî li destkeftiyên xwe derketiye. Newroz, serîhildana li hemberî zilmê ye. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin Newrozê.”    AZADIYA OCALAN   Hevserokê DBP’a Wanê Çetîn Uyar jî di daxuyaniyê qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û axaftina xwe wiha xelas kir: “Hêvîdarim ku Newroza îsal bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan. Bi vê wê wesîleyê ez Newrozê li hemû kesî pîroz dikim.”    Civîna çapemeniyê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.