Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir 2022-03-13 14:28:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Hirûr ê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Hat zanîn ku di bombebaranê de ziyan gihişt malên xelkê.    Li gorî nûçeya ROJnewsê, balafirên şer ên Tirkiyeyê îro di danê sibehê de gundê Hirûr ê Kanîmasî ya Dihokê bi dijwarî bombebaran kir. Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de ziyaneke mezin gihişt malên welatiyan.    Gundê Hirûrê li herêma Berwarî ya Balayê ye. Li gund 22 mal hene û ev demeke rastî bombebarana balafirên Tirkiyeyê tê.