Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne? 2022-03-13 11:16:14   RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya îro de bang li Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Muhterem Înce kir ku li Pirsûsê wêne kişandibû û wiha got: “Gelo dîmenên kamerayên nexweşxaneyê li ku ne?”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin qetilkirin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî ji komkujiyê bi birîndarî xelas bû. Ji bo girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 370’an de berdewam kir.   Di dawiya hefteyê de deriyê edliyeyê girtî ye lewma jî malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir. Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Malbatê, wêneyê Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Muhterem Înce yê li ber Pirtûkxaneya Gel a  Pirsûsê kişandibû parve kir û ev peyam da: “Waliyê me û Alîkarê Wezîr li Pirsûsê ne. Diviya bû ev wêne li ber deriyê ‘Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê’ hatibûya kişandin. @muhteremince li nexweşxaneyê sê mirov hatin înfazkirin. Gelo alîkarê wezîr qet ji kesên li cem xwe pirsî bê ka qeydên kamerayên nexweşxaneyê li ku ne? Gel, li benda bersiva vê pirsê ye.”