Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin 2022-03-12 17:00:51   ÎZMÎR - Platforma Azadî ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re, ji bo berdana girtiyên nexweş standa îmzeyan vekir.    Endamên Platforma Azadî ji Aysel Tugluk û Girtiyên Nexweş re li pêşiya YKM’a Konakê hatin ba hev û ji bo girtiyên nexweş stand vekir. Di çalakiyê de gelek jin amade bûn û wêneyên Aysel Tugluk hatin rakirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Azadî ji girtiyên nexweş re”, “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” û “Aysel Tugluk bi tenê nîne” hatin berzkirin.    Li ser navê platformê, di çalakiyê de Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) a Îzmîrê Tugçe Kizildemîr axivî. Kizildemîr binpêkirinên li girtîgehan yek bi yek vegot û bang li raya giştî kir ku ji bo berdana girtiyên nexweş dengê xwe bêhtir derxînin.    Welatiyên ku li ser rêyê dihatin û diçûn jî li standa hatiye vekirin îmze avêtin.