Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene 2022-03-12 16:49:13   ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD’ê di çalakiya xwe vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û da zanîn ku ji 165 jinên girtî yên nexweş 33 jê li herêma Egeyê tên ragirtin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her du hefteyan carekî çalakiya “Azadî ji girtiyên nexweş re” li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê ji hêla Komîsyona Jinan ve hate kirin. Çalakî li pêşiya Banqeya Sumerê ya berê hat lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Di daxuyaniyê de pankartên “Girtiyên nexweşiya wan giran dimirin, bêdeng nemîne” û “Bêdeng nemîne, nebe hevkar, girtî dimirin” hatibûn vekirin.    GUH NADIN PÊDIVIYÊN GIRTIYAN    Daxuyanî ji hêla endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Cemîle Karakaya xwend. Karakaya da zanîn ku bi zext, tundî, tacîz, destdirêjî û cînayetan hewl didin pêşî li têkoşîna jinan bê girtin û ev tişt anî ziman: “Yek ji qadên têkoşînê ya jinan jî girtîgeh in. Bi mirina girtiyên nexweş û mirinên bi guman, mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin. Di rewşeke wiha de jinên girtî têkoşîna jiyanê didin û rastî gelek zehmetiyan tên. Guh nadin cudahî û pêdiviyên jinên girtî yên fîzîkî, biyolojîk û psîkolojîk.”   KARMENDÊN MÊR LÊGERÎNÊ DIKIN    Di berdewamê de Karakaya da zanîn ku jinên ducanî, temen mezin û astengdar bi wesayîtên rîngê dibin nexweşxane yan jî edliyeyê û destên wan tên kelemçekirin. Karakaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin û karmendên mêr lêgerînê dikin. Muayeneyên jinekolojîk jî li gel leşkeran û bi destkelemçekirî tên kirin. Niha li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê nexweşiya wan giran, bi giştî 1605 girtiyên nexweş hene. Ji van nexweşan 165 jê jin in û 33 jê li herêma Egeyê dimînin.”   Herî dawî jî Karakaya pirsgirêkên tenduristiyê yên jinan wiha rêz kirin:    “*Serpîl Başdaş li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne. Nexweşiya berpêyên panîkî pê re heye û her tim dermanan bi kar tîne.    * Tûbanûr Çîçek li Girtîgeha Tîpa E ya Manîseyê tê ragirtin û nexweşa hîpertansiyona kronîk e. Her wiha nexweşiya romatîzmaya gehikan a bi adeb pê re heye.    * Turkan Ozen li Girtîgeha Şakranê dimîne û nexweşiya pişikê pê re heye.   * Yelîz Kurtok li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşiya mîdeyê pêre heye. Her wiha di stûyê wê de fetiq heye.    * Nûran Durak li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û gehikên wê diêşin.    * Ozlem Demîrcî li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa multînoduyên troîdê ye.   * Remziye Yardimci li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û li gel nexweşiya guatra jehrî, her wiha nexweşiya mîgrenê pê re heye.    * Nesîbe Nûr Akbaş li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê tê ragirtin û rihên laşê wê diêşin.    * Hatîce Aslan li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa bêhntengiyê ya kronîk e.    * Hayriye Ozkan li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa guatrê ye.    * Hayriye Yagbasan li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û di parasiyên wê de nexweşiya raçînka rehan heye.    * Lamîa Aso li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşiya wê ya alerjiyê heye.    *  Ebrû Arzû Erdal li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û li gel nexweşiya guatrê, her wiha di demarên dilê wê de jî pirsgirêk heye.    * Esmer Ayaz li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û li gel fetiqên pişt û stû, her wiha adebê rûviyên wê girtiye û kîst tê de heye, pêyên wê şewitî ne.    * Fîgen Şahîn li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşiya urtîkerê pê re heye.    * Guler Bîlen li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Li gel nexweşiya dil û ya çermê pê re heye.    * Guzîn Tolga li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa tansiyonê ye.    *Aynûr Başaran li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Ji her du çavên xwe jî emeliyeta korneayê bûye, çavê wê yê çepê kor bûye û li ser çavê wê yê rastê jî xwîn kom dibe.    *Azîme Işik li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşiyên fetiqa stû û mîgrenê pê re hene.    * Bahar Erturk li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û di malzaroka wê de kîst û hîpotroîd heye. Her wiha nexweşiyên wê yên kronîk ên guh, poz û qirikê hene.    * Damla Erdem li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û di diranên wê de nexweşiya helîna hestiyan heye.    * Demet Şahîn nexweşa fetiqa piştê ye û di diranên wê de pirsgirêk heye.    * Fatma Guler li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa kezebê, astima giran, tansiyona bilind, penceşêra mîde, kolestrol û guatrê ye.    * Fatma Ozbay li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa penceşêra pêsîrê ye.    * Fatma Tuzzehra Babacan li Girtîgeha Tîpa T a Kocabaş Denîzliyê tê ragirtin û nexweşa penceşêra troîdê ye.    * Gulden Aşik li Girtîgeha Tîpa M a Bandirmayê tê ragirtin û nexweşa penceşêra torîdê ye.    * Gulser Ozbay li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin û nexweşa penceşêra pêsîrê, penceşêra malzarokê û hemoroîdê ye.    * Elîf Ayyildiz li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê tê ragirtin. Nexweşa şekirê ya giran e.   * Elîf Şahîn li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê tê ragirtin û nexweşa gurçîkan û tansiyonê ye.    * Asli Kîşî li Girtîgeha Tîpa E ya Manîsayê tê ragirtin û nexweşa penceşêrê ye.    * Aygul Kapçak li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Di bedena wê de parçeyên şarapnalê hene û nexweşiyên wê yên jinekolojîk hene.     * Aynûr Eplî li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Di toşpiya tîroîda wê de ûr heye, mîde û gurçikên wê diêşin.     * Betûl Aygun Odemîş li Girtîgeha Tîpa T tê ragirtin. Hem nexweşa penceşêra pêsîrê ye û hem jî nexweşiya kîsikê zirav heye.”   Karakaya herî dawî jî xwest ku di serî de Aysel Tugluk, bila hemû girtiyên nexweş di demekî herî nêz de werin berdan.