Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin 2022-03-12 10:29:42 RIHA - Serokê TBB’ê Erînç Sagkan diyar kir ku bi bisînorkirina dosyeya malbata Şenyaşar re “Mafê darizandina adilane” tê binpêkirin û wiha got: “Di dosyayê de gavên şênber nayên avêtin. Ev jî fikaran di serê me de çêdike.”  Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildiz, êrişa xwe li nexweşxaneyê jî domandin. Di encamê de Celal û Adil Şenyaşar qetil kirin û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî li ber çavên hevjîna wî bi lînçê qetil kiribûn. Di êrişê de Mehmet Şah Yildiz jî hate kuştin lê çeka ku pê hatiye kuştin tu carî nehat dîtin.    Tevî ku lêpirsîna derheqê bûyerê de di heman rojê de hatibû vekirin jî, weke dosyaya kargehê û ya nexweşxaneyê ji hev hatin cudakirin. Di dosyaya kargehê 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar û 18 sal jî li Enver Yildiz hatin birîn. Ji bo dosyaya li nexweşxaneyê jî biryara nepeniyê hate dayîn. Ji ber neheqiya li malbatê hatiye kirin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Ji Colemêrgê heta Stenbolê, bi hezaran kes tev li çalakiya malbatê bûn û piştgirî dan. Di salvegera yekemîn a çalakiyê de bi sedan kesan bi malbatê re nobet girt. Di 10’ê adarê de jî serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û 10 serokên baroyên herêmê çûn serdana malbatê.    Serokê TBB’ê Erînç Sagkan têkildarî tiştên ku malbata Şenyaşar jiyane, doza wan û çalakiya Nobeta Edaletê ji ajansa me re axivî.    MAFÊ DARIZANDINA ADILANE    Sagkan, diyar kir ku komkujî li Nexweşxaneya Dewletê ku qadeke cemaweriyê ye hatiye kirin û wiha got: “Lê tevî vê yekê jî biryara nepeniyê hatiye dayîn. Ji bo ku mirov xwe bigihîne heqîqetê û ji bo berhevkirina delîlan, biryara bisînorkirinê hewcehiyeke. Lê belê em qala bûyereke 4 sal berê dikin. Bûyereke ku li pêş çavên her kesî pêk hatî. Lewma evqas dirêjkirina biryara bisînorkirinê, binpêkirina mafê darizandina adilane ye.”   BANG LI SERDOZGER KIR   Di berdewamê de Sagkan destnîşan kir ku hewceye Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî dosyayê raya giştî agahdar bike û wiha pê de çû: “Divê gel qaneh bikin ku lêpirsîneke baş dikin. Kesên birîndar li nexweşxaneyê hatin lînçkirin û qetilkirin. Tevî vê yekê jî lêpirsîn xelas nebûye û îfadeyên kesên tawanbar nehatine girtin. Ji vê jî diyar dibe ku dê darizandineke adilane çênabe. Divê kesên tawanbar di demekî herî nêz de bên binçavkirin, îfadeyên wan bên girtin û ev doz veguhere dozeke cemaweriyê. Wê demê belkî wijdana mirovan hinek rehet bibe.”   ‘DIVÊ BIRYARA NEPENIYÊ BÊ RAKIRIN’   Sagkan, anî ziman ku şopandina lêpirsînê, piştevaniya bi parêzerên dosyayê û Baroya Rihayê re peywira wan a sereke ye û wiha qedand: “Me xwest hûrgiliyan hîn bibin da ku nexşerêyekî diyar bikin. Li dijî vê bêhiqûqiya li malbata Şenyaşar hatiye kirin, çi bikeve ser milê me dê TBB bike. Em tevek jî dizanin ka divê çi were kirin. Divê raya giştî bê agahdarkirin, biryara nepeniyê ya li ser dosyayê bê rakirin û îdianame bê amadekirin. Divê biryara bisînorkirinê rabe ku em bizanin ji bo pêkhatina edaletê dê bikarin çi bikin. Em nizanin bê ka delîlên di dosyayê de çi ne û gumanbar kî ne. Ev jî peywira Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ye. Li Tirkiyeyê kesek di hêla hiqûqê de xwe di ewlehiyê de nabîne. Pirsgirêka daraza serbixwe heye. Heta ev pirsgirêk çareser nebe, dê biryar li gorî nasnameya siyasî bên dayîn.”    MA / Emrullah Acar - Ceylan Şahînlî