Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir 2022-03-12 09:18:03 STENBOL - Elefterîa Fortûlakî gotibû "Ez îsal Newrozê pîroz dikim lê hinekî bi derengî" û tevli nav karwanê jinên bûbûn Newroz bûbû. Hevjînê wê Şivan Otlas, destnîşan kir ku hevjîna wî Fortûlakî li dijî zilmê çalakiyeke wiha li dar xistiye. Elefterîa Fortûlakî (23) berî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zilma li kurdan tê kirin bedena xwe bike agirê Newrozê li dû xwe nameyek hiştibû. Fortûlakî di nameya xwe de gotibû: "Gelê kurd ji bo biratiya gelan têdikoşe. Dixwazin wekî mirovan bijîn. Dayê ji ber vê hêzên ku dayika min Kurdistanê kirin çar perçe, kurdan dikujin. Silav li hemû şehîdên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ez îsal Newrozê pîroz dikim lê hinekî bi dereng."    Fortûlakî ku di 24'ê Adara 2006'an de li paytext Atînayê li hewşa Dêra Agîos Mîlanosê agir bi bedena xwe xistibû. Fortûlakî bi awayekî birîndar rakiribûn Nexweşxaneya Katê, lê di 27'ê Adara 2006'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.    Elefterîa gava vê çalakiya xwe li dar xistibû, jineke zewicandî û dayika 2 zarokan bû. Kurê wê Ernesto 23 mehî û keça wê Clara jî 13 mehî bû.    Hevjînê Fortûlakiyê Şivan Otsal ku li Yûnanîstanê ye, diyar kir ku bi rêzgirî bejna xwe li ber kesên ku bi agirê Newrozê agir bi bedena xwe xistine ditewîne.    FELSEFEYA OCALAN   Otlas, Newroz Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku têkoşîna bîrdozî û azadiyê ya ku Ocalan 40 sal berê daye destpêkirin niha li tevahiya cîhanê belav bûye. Otlas, bilêv kir ku gelê Kurd divê Newroza îsal bi berxwedan û coşeke gelekî mezin pîroz bike.    LI DIJÎ ZILMÊ   Otlas, diyar kir ku Elefterîa di 24'ê Adara 2006'an de tevli kerwanê nemirên agirê Newrozê bûye û got: "Eleqeyeke gelek mezin a Elefteriyayê ji bo gelê kurd, Ocalan û têkoşerên azadiyê hebû. Çi rû bidanan bi baldarî dişopand. Ji bo vê jî hîn bêtir lêkolîn dikirin, dixwets bibîne û bijî. Lê ji ber ku hevalên wê jiyana xwe ji dest dan û Ocalan dîl hat girtin hêrseke gelek mezin lê peyda bûbû û li dijî zilmê çalakiyek bi vî rengî li dar xist. Jixwe li dû xwe hiştian du zarokan û lidarxistina çalakiyek bi vî rengî, hêrsa wê ya li dijî komployê nîşan dide."    KURDÎ HÎN BÛ   Otlas, bilêv kir ku hê jî kurd gelekî girêdayî Ocalan in û got: "Heya ev şer hebe dê bûyerên bi vî rengî çêbibin. Ocalan gelê kurd ji tunebûnê afirand. Helbet gelê kurd hay ji vê heye û dê têkoşînê bilindtir bike. Elefterîayê jî wisa kir. Gava me nû hev du nas kiribû, di nava lêgerînekê de bû. Di televîzyonan de zilma li ser gelê kurd didît, ji pirtûk û kovaran dixwend. Tim li ser vê meseleyê hûr dibû. Elefterîa pir qîmet dida gelê kurd û zimanê kurdî. Lewma dixwest kurdî hîn bibe û hînî zarokên xwe jî bike. Di şeş mehan de hînî kurdî bû."    Otlas, bilêv kir ku Fortûlakiyê li hewşa Dêra Agîos Mîlanosê çalakiya xwe li dar xistiye, lê tu eleqeya çalakiya wê bi dîn re tune ye û got: "Beriya wê bi çend salan hevalê Rohat li heman cihî û bi heman awayî agir berdabû bedena xwe. Wê jî xwest çalakiya xwe liw ir bike. Zekiye Alkan, Sema Yuce û hevalên din ên bi agirê Newrozê agir berdabûn bedena xwe bandorke pir mezin li Elefteriyayê kiribûn."    CÎHANÊ BIHÎST   Otlas, bibîr xist ku çapemeniya yewnan demeke dirêj nexwestiye bide der ku Fortûlakî ji bo Ocalan agir berdaye bedena xwe. Otlas, bilêv kir ku piştî çalakiyê bi 15 rojan çalakî di çapemeniya yewnan de hatiye dayîn û got: "Du sedemên vê hene. Ji tevkarên komploya li hemberî Ocalan yek jê dewleta yewnan bû. Lewma nedixwets tevkariya xwe ya bi Tirkieyê re xera bike. Sedema din jî nedixwest keseke yewnan a ji bo Ocalan agir berdaye bedena xwe bê bihîstin. Yanî nedixwestin bandora Ocalan a li ser mirovan û rola wî bê bihîstin. Nexwestin bibbe rojev, lê bi saya çapemeniya kurdî çalakiya Elefterîayê li seranserê cîhanê hat bihîstin."    'ZAROKÊN MIN BI KURDÎ DIZANIN'   Otlas, bibîr xist ku7 gava Fortûlakî çalakiya xwe li dar xistiye kurê wan Ernesto 23 û keça wan Clara 13 mehû bûye û got: "Niha kurê min 18 û keça min 17 salî ye. Tim rêz û hurmeta wan ji bo têkoşîna dêya wan heye. Qethiyen ji bo vê hêrs nebûne. Berevajî vê wesiyeta dêya xwe anîn cî. Ewilî hînî kurdî bûn. Gava biçûk bûn li mala me ne qenalek yewnan ne jî qenalek bi zimanê din hebû. Zarok tenê bi kurdî diaxivîn. Paşê çûn dibistanê û dest axaftina bi yewnanî jî kirin. Lê baş bi kurdî dizanin."    PEYAMA JI BO NEWROZÊ   Otlas ku got "Newroz ji bo gelê kurd berxwedan e" destnîşan kir ku xwedî enerjiyeke xurt e ku gelê kurd û mirovan tîne cem hev. Otlas got: "Dixwazim li Tirkiyeyê li dijî polîtîkayên çewisandin û tepisandinê gelê kurd di Newrozê de bibe xelek. Daxwaza me ji gelê Mezopotamyayê, Newroza îsal bi coşek mezin bê pîrozkirin. Her wiha li bendê me îsal ji bo gelê kurd jî agirê çareserî û azadiyê bê vêxistin. Ji bo vê jî li ber me kurdan ji xeynî berxwedanê tu tişt tune ye. Bi salan e dixwazin gelê krud bitepisînin. Dixwazin wan bi kuştin û girtinê bitepisînin. Lê ew jî dizanin bi kuştinê çareserî ne pêkan e. Hêvîdar im Newroza îsal bibe çareserî û em gel divê li her derî li ber xwe bidin."    MA / Esra Solîn Dal