Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe 2022-03-12 09:13:48 MÊRSÎN - Girtiyê nexweş Bişar Bîlen ku di sala 2008'an de xwîn çûye ser mêjiyê wî, ji ber ku mafê wî yê dermankirinê hatiye binpêkirin, çavekî wî ji sedî 95 kor bûye.  Li gor daxuyaniya 19'ê Mijdara 2021'ê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 591 jê giran herî kêm hezar û 569 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Bişar Bîlen e. Bîlen di sala 2007'an de li Mêrsînê bi êrişeke nijadperest re rû bi rû maye û ji ber vê platîn di serê wî de heye. Di sala 2008'an de xwîn çûye ser mêjiyê bîlen û ji ber vê çavê wî yê çepê kor bûye. Bîlen ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 13 sal û 11 meh ceza lê hatiye birîn, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Amedê jî bi îdiaya "rêvebiriya rêxistinê" 24 sal ceza lê hatiye birîn. Bîlen ku niha di Girtîgeha Aksaray a Tîpa T'yê de ye, ji ber ku nayê dermankirin çavê wî yê çepê ji sedî 95 kor bûye. Her wiha ji ber îşkenceya li Girtîgeha Aksarayê ya Tîpa T'yê ji zenda çepê heya nav mil platîn di canê wî de heye.   Dayik Şahîde Bîlen û bav Çeto Bîlen, xwestin kurê wan bê berdan.   DI ÎŞKENCEYÊ DE MILÊ WÎ YÊ ÇEPÊ HATIYE ŞIKANDIN   Bav Çeto Bîlen, anî ziman ku kurê wî 6 salan di Girtîgeha Erziromê de maye û ji wir sirgûnî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê, ji vir jî sirgûnî Tarsûsê û herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Aksaray a Tîpa T'yê hatiye kirin. Bav Bîlen, destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û niha li girtîgehan pêkanînên dema 12'ê Îlonê hene. Bav Bîlen got: "Çavê çepê yê kurê min ji sedî 5 dibîne. Li Girtîgeha Aksarayê ji ber îşkenceyê milê wî yê çepê şikiya. Ji ber vê platîn di milê wî de heye. Ev neheqî ye. Em vî tiştî qebûl nakin."    'GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN'   Dayik Şahîde bîlen jî xwest girtiyên nexweş hemû bên dermankirin û got: "Bişar car carinan ji ser hişê xwe diçe. Çavek wî ji sedî 5 dibîne. Li girtîgehê nayê dermankirin. Di demên dawî de gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Em dayik dixwazin zarokên me bên berdan. Em dixwazin li derve bên dermankirin. Ya tê kirin neheqî ye. Êdî bes e, bes dayikan xemgîn bikin. Girtiyên nexweş berdin."    MA / Cemîl Ûgûr