Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e 2022-03-11 14:17:26 ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê starta xebatên pîrozbahiya Newrozê da û hat gotin Newroz Cizîr e û Cizîr jî Newroz e.  Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê dê derbarê xebatên pîrozbahiya Newrozê de li avahiya HDP’a Cizîrê daxuyanî da.  Beriya daxuyaniyê dayik strîn. Rêveberên Rêxistina HDP’a Cizîrê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi cil û bergên xwe yên netewî tevli daxuyaniyê bûn.    Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesut Nart daxuyanî xwend. Nart, diyar kir ku wateya Newrozê ji bo gelê Cizîrê girînge û wiha got: “Bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ em îro starta xebatên xwe didin û xebatên xwe didin destpêkirin. Cizîr Newroz e, Newroz jî Cizîr e. Li gorî layiqbûna Newrozê werin em bi hev re Newrozê pîroz bikin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku îsal wek her sal çi bikeve ser milê wan bikin.”    Pişt re jî Hevseroka Rêxistina HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît naveroka bernameya Newroza Cizîrê eşkere kir.    Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê û navçeyên wê wiha ye:   * 15’ê adarê wê bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û beşdarbûna hûnermend Azad Bedran li Qada Ataturkê pîrozbahî bê lidarxistin.   * 19’ê adarê li Şirnexê bi tevlibûna Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û hunermend Kadîr Çat û Hîvron dê pîrozbahî bê lidarxistin.    * 19’ê adarê li navçeya Basayê bi tevlibûna Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û hunermend Umut Botan û Yasemîn Goksu dê pîrozbahî bê lidarxistin.    * 19’ê Adarê li navçeya Qilebanê bi tevlibûna Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û hunermend Baran Ozçelebî, Rênçber Agirî dê pîrozbahî bê lidarxistin.    * 20’ê adarê li navçeya Silopiyayê bi tevlibûna parlementerê bajêr Hasan Ozguneş, hunermend Koma Kolektîf a Elihê û Hîvron dê pîrobahî bê lidarxistin.    * 21’ê Adarê li navçeya Hezexê bi tevlibûna parlementerê HDP’ê yê bajêr Huseyin Kaçmaz û hunermend Hîvron û Koma Jinawaz dê pîrozbahî bê lidarxistin.    * 21’ê Adarê li navçeya Cizîrê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlementera HDP’ê ya bajêr Nuran Îmîr û hunermend Koma Lawje, Pinar Aydinlar, Şiyar Berwarî û Şerzad dê pîrozbahî bê lidarxistin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Newroz” û strandinê bi dawî bû.