Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê 2022-03-11 10:30:46 STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz diyar kir ku di çarçoveya civîna duyemîn a li ser banga HDP’ê pêk hat dê di meha nîsanê de Mitînga Aştiyê li dar bixin.  Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna yekem a di lêgerîna rêya 3’yemîn de di 18’ê Çileyê de li Enqereyê hat lidarxistin. HDP’ê di vê çarçoveyê de civîna xwe ya duyemîn di 26’ê Sibatê de bi hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger re pêk anîbû.   Tevî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Karkeran (EHP) û Halkevlerî amade bûn û civîna duyemîn li dar xistibûn. Di vê civînê de biryara avakirina “Koordînasyona Hevpar” hatibû girtin û her wiha gelek biryarên din ên girîng jî hatibûn girtin.    Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz ê beşdarî civînan bû, hevdîtinên hatin kirin û li ser bernameya siberojê ji ajansa me re axivî.      XEBAT DIDOME   Akdenîz bi bîr xist ku nêzî salekê ye ew jî di nava xebata tifaqa 3’yemîn de lêgerînên xwe didomînin. Akdenîz got wan bi partiyên siyasî û rêxistinên ked û pîşeyî re civînan li dar xistine û civîn û xebatên li dar xistine gihîştine têgihîştinekê. Akdenîz bal kişand ser girîngiya civîna 7 partiyan a ji bo tifaqa ku di çarçoveya rêya sêyemîn de li pêş bikeve û got ew vê xebatê ber bi mecrayek rast ve dibin.    KOORDÎNASYON GAVA PRATÎK E    Akdenîz anî ziman ku wan di civînan de nîqaşên girîng kirine û her wiha biryarên girîng jî girtine û yek ji van biryarên pratîk hatine girtin jî avakirina koordînasyonek hevpar e û ew ê xeta xwe ya têkoşîna hevpar berdewam bikin.    ÇARESERIYA XWE DISPÊRE GEL    Akdenîz destnîşan kir ku Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur ji bo xelkê û çareseriyê tiştek nakin û got: “Berevajî van her du tifaqan, em çareseriyek xwe dispêre kedkaran û gel datînin holê. Teqez em ê vê bi ser bixînin.”    DAXWAZA GEL YEKÎTÎ YE    Akdenîz da zanîn ku ew li gelek bajaran tevli civînên gel bûye û got: “Em li van bajaran gelek welatiyên xwedî fikrên cuda dît. Xelk dixwaze hêzên demokratîk xwe bikin yek. Daxwaza wan jî yekîtiya van hêzan e. Em ê li bendewariya gel binêrin. Em ê daxwaz û pêşniyazên gel û aliyên cuda esas bigirn.”    MITÎNGA AŞTIYÊ    Akdenîz diyar kir ku di du mehên dawî de li sedan fabrîqeyan karkeran çalakî li dar xistine û ev yek jî hêz û daxwaza kedkaran yanî qada kedê dide nîşandan. Akdenîz bal kişand ser rol şer û aştiyê û got: “Li Tirkiyê medya burjuvayê her tim berjwendiyên îktidarê dixwe pêşiya, daxwazên gel ên wek aborî û pirsgirêkên demokratîkkirinê. Li ser ekranên wan her tim analîzên şer hene. Pêkanîna aştiyê nayê axaftin. Têkiliya pirsgirêkên em pê re rûbirû mane û şer bi hev ve heye. Me ji bo vê xebatek da destpêkirin û metnek daxuyaniyê weşand. Naveroka vê girîng bû. Wek şênberî di koordinasyona ji 7 partiyan pêk tê, lidarxistina mitîngek aştiyê ya mezin hat axaftin. Biryara vê mitîngê wek Mitînga Aştiyê hat dayîn. Ev partî dê pêşengiya mitîngê bikin. Wê mitîng di meha nîsanê de li Stenbolê bê lidarxistin. Em difikirin ku li bajarên cuda jî li dar bixin.”    TIFAQA GEL    Akdenîz destnîşan kir ku rojên wek 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 1’ê Gulanê yên 2022’yan girîngiyek dîrokê nîşan didin û got: “Di civîna me ya duyemîn de em li ser van rojên dîrokî axivîn. Divê gel, karker li qadan hêza xwe nîşan bide. Bi taybetî em ê hevparbûna 7 partiyan di qadên Newrozê de bibînin. Ev tifaq tifaqa hilbijartinê nîne. Ev platforma têkoşîna hevpar ku hemû hêz dikarin beşdar bibin û berfirehkirî ye. Ev platforma tifaqa gel e. Em gazî her kesî dikin ku werin beşdarî vê platformê bibin.”    MA / Kadîr Guney