Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn 2022-03-11 09:10:12 ŞIRNEX  -  Şandeya dadgehê ji girtiyê bi navê Celadettîn Demîr re muebbeta giran û 54 sal cezayê girtîgehê xwest. Bavê Demîr bertek nîşan da û wiha got: “Ma emrê mirovekî têra dike ku ewqas bijî?"  Welatiyê bi navê Celadettîn Demîr (30) di sala 2017’an de li Cizîr a Şirnexê hate binçavkirin û girtin. Demîr, li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin û li ser îfadeyên şahidan, bo Demîr cezayê muebbeta giran û 54 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Heta niha gelek şahidan îfadeyên xwe paşve kişandin lê dîsa jî di danişîna dozê ya 28'ê sibatê de ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate dîtin, bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” hat cezakirin. Malbata Demîr, bertek nîşanî vê biryarê da û bang li komeleyên mafên mirovan kir ku li hemberî bêedaletiyê bêdeng nemînin.   'EZ HATIM BERDAN KURÊ MIN HAT GIRTIN'   Têkildarî mijarê bavê Demîr, Selahattîn Demîr ji ajansa me re axivî. Demîr, diyar kir ku beriya kurê xwe ew di girtîgehê de bû û wiha domand: “Di sala 2006'an de hatim girtin, 11 salan di Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê mam û di 2017'an de hatim berdan. 2 meh piştî berdana min, îcar kurê min Celaleddîn hate girtin. Kurê min mehekî li Girtîgeha Şirnexê me û piştre şandin Xarpêtê. Ev bû 5 sal di girtîgehê de ye. Ji bo girtina wî tu delîl tunebûn. Tenê tişta ku weke sûc dîtine, tevlibûna wî ya xebatên siyasî ye. Kurê min bi keyfî hate girtin. Di 28'ê sibatê de danişîna wî hebû. Em li benda berdana wî bûn. Ji ber ku tu sûcê wî nîne. Gelek kesên ku di îşkenceyê de îfade dabûn jî çûn îfadeyên xwe paşve kişandin. Lê dîsa jî dadgehê muebbeta giran û 54 sal cezayê girtîgehê da. Her wiha cezayê pereyan jî dan.”   'DEMA MIJAR DIBE KURD, CEZAYÊ HERÎ GIRAN DIDIN’    Di berdewamê de Demîr got ku şandeya dadgehê bi îradeya xwe ev ceza li kurê wî nebiriye û wiha pê de çû: “Biryara xwe li gorî JÎTEM û îstîxbaratê da. Qanûn danîn aliyekî û ev biryar da. Gelo ma de emrê mirovekî têra bike ku evqas bijî? Ewqas ji zarokên me ditirsin ku ne sûcdar bin jî tên cezakirin. Em bang li her kesê xwedî wijdan dikin ku li hemberî vê neheqî û zilmê dengê xwe derxînin. Ev zilm e  û nayê qebûlkirin. Dema mijar dibe kurd, tu qanûnan nas nakin û cezayên herî giran didin. Divê kesek vê bêedaletiyê qebûl neke. Dozger û dadgerên ku dibêjin em qanûnan diparêzin, bi xwe qanûnan binpê dikin.”    'NAKOKÎ HENE'   Parezerê Demîr, Yûsûf Çakas jî da zanîn ku di dosyaya muwekîlê wî de tu tiştekî jê were sûcdarkirin nîne û wiha got: “Ji bilî îfadeyên şahidan, tu delîleke şênber nîne. Gelemperiya şahidan jî îfadeyên xwe paşve kişandine. Şahidan got; ‘me îfadeyên bi vî rengî nedayîne.’ Îdia dikin ku di dema qedexeyên li Cizîrê de Celaddettîn çend kes ji azadiya xwe bêpar hiştine û nobet girtiye. Kesê bi wî re hatiye girtin efserê îstixbaratê ye. Ev kes di îfadeya xwe de dibêje; ‘Di destê min de çenteyekî makyajê hebû.’ Celadettîn jî ji ber ku çente girane hildigire û di çenteyî de teqemenî heye. Lewma jî ceza lê birîn. Anku jê re sûc tê peydakirin. Doza efsera îstîxbaratê jî didome. Ji dadgehê re dibêje ‘ez ne endama îstîxbaratê me.’ Lê dadgeh dibêje; ‘Tu ji rêxistinê ditirsî lewma li xwe mikur nayî.’ Di vir de nakokiyeke mezin heye. Anku şandeya dadgehê niyeta wê dixwîne. Hinek şahidan jî got ku ew gundî ne û di dema qedexeyên Cizîrê de li wir nebûn. Di dawiya dawî de ji bilî îfadeyên şahidan, tiştek di destê dadgehê de nîne. Lê dîsa jî cezayê muebbeta giran û 54 salan ê girtîgehê tê dayîn. Her wiha şande îdia dike ku dê Celadettîn biçûya çiyê. Lê Celadettîn got ku tu têkiliya wî  bi rêxistinê re nîne.”   MA/Zeynep Dûrgût