‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye' 2022-03-11 09:05:13 RIHA - Hisên Berzencî ku di Komkujiya Qamişloyê de birîndar bûbû diyar kir ku Şoreşa Rojava, encama serhildana Qamişloyê ye.  Di 12'ê adara sala 2004'an de li bajara Qamişlo yê Bakur û Rojhilataê Sûriyeyê di navbera  tîmên fûtbolê yên El Cîhad û El-Futwa de musebeqe hebû. Di dema lîstikê de bûyer derketin. Bi destpêkirina bûyeran re hêzên rejîma Baas êrişî kurdan kir.  Di encama êrişan de 52 kes hatibûn qetilkirin. Piştî vê komkujiyê, gel li ber xwe dabû û ev berxwedan li Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Amûdê, Efrîn, Heleb û Şamê berbelav bûbû. Ev berxwedan ku wekî Berxwedan Qamişloyê tê zanîn, di sala 2012'an de bû îlhama Şoreşa Rojava.    Her wiha piştî Şoreşa Rojava, navê Stada Qamişloyê weke Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê hate guherandin.   Ji şahidên komkujiyê Hisên Berzencî, behsa wê rojê kir.      Berzencî, bilêv kir ku beriya lîstikê hin alîgirên rejîmê hin dirûşme berz kirine û alîgirên ji Dêra Zorê hatine jî tevî kevir, kêr û daran ketine hundirê qadê. Berzencî, diyar kir ku peywirdarên qadê jî pirtûkên di destê alîgirên Qamişloyiyan de jî bi hinceta "hûn ê agir vêxin" ji wan stendine.    '4 KES HATIN QETILKIRIN'   Berzencî, bilêv kir ku ew wê rojê li mala xizmekî xwe bû û danê nîvro gava bûyer dest pê kirine derketiye derve û dîtiye ku her der veguheriye qada şer. Berzencî, destnîşan kir ku rejîma Baasê çek bi kar anîn û fîşekek li cîranekî wî ketiye. Berzencî, bi domdarı wiha qala bûyeran kir: "Gotin birîndar hene. Me alîkariya birîndaran kir. Me mudaxileyî birîndaran dikir. Şehîd, hebûn. Ên ev tişt dibihîstin berê xwe didan qadê. Kurd hemû berê xwe dan qadê. Derdora qadê hatibû dorpêçkirin. Wê rojê ji Hesekê muhafiz hatin sewqkirin. Em ne di hundirê stadê de bûn, lê ên di stadê de gotin welatiyê bi navê Ahmed bi çekê hatiye qetilkirin. Wê rojê 4 kes hatin qetilkirin."    JI BO ALÎKARIYÊ HATINE QAMIŞLOYÊ   Berzencî, bilêv kir ku piştî vê bûyerê stda wekî xwe ma ye lê tenê caxên wê yên hesinî hatine boyaxkirin. Berzencî, diyar kir ku di dema lîstikê de rêvebiriya tîma El Cîhadê bi êrişeke kevirî re rû bi rû ma ye û hikûmetê nehiştiye gel têkeve hundir. Berzencî got: "Wan jî bersiva êrişan da. Paşê bûyer rû dan. Li vir hin kes mirin. Piştî mirina hin kesan ji Amûdê, Hesekê û gelek deverên din gel hate Qamişloyê. Alîkariya gelê xwe kirin. Em ehlê aştiyê ne. Li dijî şer in lê gava şer bê ber derî jî em qebûl nakin. Em hewl didin wî şerî ji ber deriyê xwe dûr bixin."    DI DEMA DEFINKIRINÊ DE ÊRIŞ   Berzencî, bilêv kir ku piştî hatina gel, muhafiz û hêzên hikûmetê jî hatin û zilm li gel kirine. Berzencî got: "Wê çaxê 4 şehîd û gelek birîndar hebûn. Piştî vê gelê Qamişloyê kete hundirê qadê. Şehîdên xwe defin kirin.  Roja din jî merasîm hat lidarxistin. Em di 13'ê adarê de çûn tevli merasîmê bûn. Di merasîmê de gotin 'Bila kes tiştekî neke, tenê cenaze bên definkirin.' Em ji bo şehîdan meşiyan. Gava em ber bi Enteriyeyê ve diçûn, li hêla gumrukê rageşiyek rû da. Hikûmetê gel tehrîk dikir. Gel got, 'Em dixwazin şehîdên xwe eveşêrin.' 4 wesayîtên hikûmetê hatin cem me. Li ber dîwarê Xelefê em gulebaran kirin. Ez li wir birîndar bûm. Ketim erdê. Wê kêliyê em 17 kes birîndar bûbûn."    Berzencî, diyar kir ku piştî van bûyeran ji Şamê heya Dêrikê mirov rabûne ser pêyan û tenê ne gelê kurd, hin ereban jî piştgiriya kurdan kiriye. Berzencî destnîşan kir ku rejîma Baasê nedihişit gel derkeve derve û wiha domand: "Dewriye bênavber digeriyan. Piraniya gelê kurd girtin. Nêzî 400 kes hatin girtin. Bedelên giran hatin dayîn. Nedihiştin du mirov jî bi hev re bigerin. Piştî definkirina cenazeyan, li Enteriyeyê û Sînayê em gulebaran kirin. Bi vê re her kes bi cihekî de çû. Zarokên min bi zor û zehmet karîn xwe di duduyî şevê de bigihînin malê."    'XWESTIN GELAN BERA HEV BIDIN'   Berzencî, diyar kir ku mebesta  rejîma Baasê ya ji van bûyeran ew bû ku berê gelê kurd û ereb  bide hev û wiha pê de çû: "Em ereb û kurd bûbûn ên malekê. Em bi hev re bûn. Tu meseleyek me bi hev re tune bû. xwestin vê yekîtiyê xera bikin. Gelek kes kuştin."    JI QAMIŞLO BER BI ŞOREŞA ROJAVA VE   Herî dawî jî Berzencî ev tişt anî ziman: "Şoreşa Rojava ya niha, encama wê serhildana gel e. Me wê çaxê, di dema wê sehrildanê de dizanibû ev dê veguhere tiştekî din. Niha tiştên xweş rû dane û em bi hêvî ne wê rojên xweştir bên. Bila hemû partiyên me bibin yek û bi feraseta kurdî rabin ser pêyan."    MA / Mujdat Can