54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne 2022-03-11 09:05:11 AMED - Huseyîn Karadaş ku li Girtîgeha Tekirdagê tevî 10 hevalên xwe li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ye got: "Heya pirsgirêk neyên çareserkirin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. An dê mafên me yên qanûnî esas bên girtin an jî wê cenazeyê me derkeve."  Li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê di 19'ê Kanûna 2021'ê de Vedat Erkmen bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê gardiyanan êriş biribû ser girtî Yasîn Emeç. Bi vê re girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Girtî Ahmet Arîf Yoyler, Habîb Guler, Tûfan Îlbaş, Huseyîn Karadaş û Suleyman Ûcakan di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Di 1'ê Sibatê de jî Şahabettîn Ogut, Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Osman, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî daxilî nava grevê bûbûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome.    Girtî dixwazin binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bi dawî bibin.    Sevgul Karadaş a hevjîna Huseyîn Karadaş di greva birçîbûnê de, çend roj berê bi telefonê bi hevjînê xwe re axiviye. Sevgul Karadaş, bilêv kir ku piştî pandemiyê bi demeke dirêj cara ewil hevdîtin çêbûye, lê dema hevdîtinê tenê 10 deqe ye. Karadaş, diyar kir ku piştî hevdîtinê bi telefonê bi hevjînê xwe re axiviye.   Karadaş, da zanîn ku hevjînê wê 6 sal in girtiye û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin gelek daxwaazname nivîsîne, lê daxwaznameyên wî nehatine bersivandin.    BI MIRINÊ GEF LÊ XWARINE   Karadaş, bilêv kir ku di hevdîtinê de hevjînê wê gotiye "Li vira meseleya me ew e ku perosnle xeberan dibêjin, heqaretê dikin û hişk tevdigerin. Hevalê me Mehmet Yildirim ji ber ku li korîdorê silav daye hevalekî êirş birin ser wî. Çi kir nekir rapora derbkirinê nedan wî. Gava ji cihê hevdîtinê diçûm qawîşa xwe karmendekî ji min re got, 'Ez ji bo te hatime. Ez ê xisûsî bi te re eleqedar bibim.' Bi mirinê gef li min xwarin."    Karadaş, diyar kir ku hevjînê wê gotiye hevalê wan Vedat Erkmen jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye û got: "Hevalên me yên ku berî Ermen jiyana xwe ji dest bide, gotinên midûr yên ji Erkemne re gotine bihîstine. Midûr gotiye 'Hûn ê bibînin bê ez çi tînim serê we. Çend kesên din ên wek te hene. Ez ê yeko yeko bi wan re eleqedar bibim.' Midûr wisa bike îja yê din wê çi bikin. Me li dadgehan giliyê wan kir, lê tu tişt jê derneket. Gardiyanan êriş birin ser girtiyê edlî Yasîn Emeç. Emeç ji ser hişê xwe çû. Wî rakirin nexweşxaneyê. Serê wî dirûtin."    Karadaş, destnîşan kir ku hevjînê wê û hevalên xwe dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin û gotiye: "Heya pirsgirêk neyên çareserkirin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. An dê mafên me yên qanûnî esas bên girtin an jî wê cenazeyê me derkeve."    Her wiha Karadaş destnîşan kir ku îdareya girtîgehê xwê, şekir û lîmonê baş nadin gritiyên di greva birçîbûnê de û ji ber vê hevjînê wê pir zeîf bûye.