ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-11 09:00:19 * Agirê Newrozê ku seranserî dîrokê qet venemirî, ji sala 1990'î û vir ve li bakurê Kurdistanê gur bû û bi mîlyonan kes agirê Newrozê pêxist û govenda azadiyê gerandin. Agirê Newrozê ji salên 90'î vir ve bi dirûşma "azadî" gur bû.  * Hat diyarkirin ku ciwanê kurd Naîm Ozturkê ku çûye Sirbîstanê, li vir qaçaxçiyên mirovan ew avêtine Çemê Tîsayê. Malbat 108 rojin tu xeber ji Ozturk negirtine.    * Di sala 1992'yan de li Nisêbînê gel piştî pîrozbahiya Newrozê bi rojekê li hemberî komkujiyên li Şirnex û Cizîrê daketibû kolanan. Şahidên komkujiyê, bang kirin ku Newroz bi ruhê 92-93'yan bê pîrozkirin.    * Huseyîn Karadaş ku li Girtîgeha Tekirdagê tevî 10 hevalên xwe li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ye got: "Heya pirsgirêk neyên çareserkirin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. An dê mafên me yên qanûnî esas bên girtin an jî wê cenazeyê me derkeve."    * Cemal Babaoglû, birayê nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê ku  ji bo nûçeyan çûbû Sêwregê û hew vegeriyabû, got: "28 sal derbas bûn. Çapemeniya azad hîn bêtir bihêz bûye. Ên Nazim dan windakirin negihaştin armanca xwe."   * Hisên Berzencî ku di komkujiya Qamişloyê de birîndar bûye got: "Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişloyê ye."    * Şandeya dadgehê ji girtiyê bi navê Celadettîn Demîr re muebbeta giran û 54 sal cezayê girtîgehê xwest. Bavê Demîr bertek nîşan da û wiha got: “Ma emrê mirovekî têra dike ku ewqas bijî?"    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 368'emîn de berdewam bike.    * Danişîna 10'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu li Amedê berdewam bike. (10.00-18.00)    * HDK û pêkhateyên xwe dê deklarasyona pîrozbahiyên Newroza Stenbolê li hotêlek li Taksîmê eşkere bike. (11.00) ZINDÎ   * Komîsyona Zarokan a HDP'ê, KESK û ÎHD dê têkildarî ku bavê Efe Tektekîn ê bi wesîyata zirxî hat kuştin bi qisûr hatiye dîtin, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê dê derbarê xebatên pîrozbahiya Newrozê de daxuyanî bide. (13.00)