Li Amedê kesek hat girtin 2022-03-10 16:56:36   AMED – Li Amedê ji 16 kesên ku hatibûn binçavkirin, kesek hat girtin.    Li Amedê di 4’ê adarê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin, di serdegirtinên malan de 16 hatibûn binçavkirin. 5 kes di 7’ê adarê de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Îfadeyên 11 kesên din jî îro li midûriyeta polîsan temam bûn û wan birin Dadgeha Amedê. 10 kes bi şertên kontrola edlî hatin berdan û welatiyê bi navê Seladdîn Sîpek bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin.