Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn 2022-03-10 16:09:04 STENBOL - Newroza Stenbolê ku 43 sal in bê navber tê pîrozkirin wê sibê starta Newroza îsal bê dayîn.    Piştî Amedê wê sibê starta Newroza Stenbolê ku 43 sal in bênavber tê pîrozkirin jî bê dayîn. Starta Newroza ku wê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bê pîrozkirin, bi beşdariya rêxitinên girseyî yên demokratîk, Hêzên Têkoşîna Yekkirî, partiyên çepgir û sosyalîst bi deklerasyonekê bê dayîn. Wê deklerasyon saet di 11.00'an de li Otela Elîte World a li semta Taksîmê bê aşkerakirin. Wê sendîkayên karkeran, rêxistinên sivîl, pêkhateyên HDP û HDK'ê, partiyên çepgir û sosyalîst, saziyên baweriyan û rêxistinên ciwanan beşdarî civînê bibin.    Wê Hevseroken HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û nûnerên partî û rêxistinên din mafê axaftinê bigirin û biaxivin. Piştre jî wê starta Newroza Stenbolê bê dayîn.