Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir 2022-03-10 15:34:44 KOBANÊ - Şahidên beşdarî Doza Kobanê bûn, diyar kirin ku ew li dijî DAIŞ’ê tevli çalakiyên protestoyê bûne û mafên xwe yên qanûnî bikar anîne.  Danişîna 10’emîn a Doza Kobanê di roja 7’emîn de berdewam dike. Danişîn li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê lidarxistin. 22 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên berê û yên niha ji dozê tên darizandin.    Siyasetmedarên li Sîncanê girtî ne li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen ji girtîyên lê girtî bûn tevli danişînê bûn. Nûnerên rêxistinên jinan û nûnerên rêxistinên hiqûqî yên jin, rêveber û parlamenterên HDP’ê dozê şopandin. Siyasetmedarên girtî bi îşareta serkeftinê silav dan beşdarên danişînê.    Bi hatina şandeya dadgehê re danişînê dest pê kir. Serokê dadgehê rapora ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve ji bo siyasetmedara girtî Aysel Tugluk hatibû amadekirin û li dosyeyê hatiye zêdekirin xwend.    Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol û Cemîle Turhalli Balsak têkildarî guhdariya şahidan axivîn û îtîrazî rêbaza guhdariyê kirin û gotin helwesta dadgehê bandorê li ser parastina bi bandor dike.    ‘MAFÊ ME DESTESER DIKIN’    Siyasetmedarê girtî Nazmî Gur axivî û destnîşan kir ku mafê wan parastinê tê desteserkirin.    ‘DIXWAZIN ME BÊDENG BIKIN’    Siyasetmedarê girtî Alp Altinors jî anî ziman ku dadgeh dixwaze siyasetmedarên girtî bêdeng bike û ev dadgeh ji bo bêdengkirina siyasetmedaran dixebite.    DADGEHÊ LI PARÊZERAN GUHDAR NEKIR    Tevî hemû îtîrazan jî serokê dadgehê derbasî beyanên şahidan bû. Berfîn Agkaya ya ji Dozgeriya Wanê wek şahid beşdarî danişînê bû û axivî. Agkaya da zanîn ku ew wê jçaxê zarok bûye û tu tiştek nayê bîra wê.    Siyasetmedarê girtî Selahattîn Demîrtaş jî pirsên derbarê twîtên hatine belavkirin ji şahidê were pirsîn.  Agkaya bi israr got ew çalakiyên wê demê nayê bîra wê û tu tiştek ku wê tundiyê derxe di medya civakî de tune bûye.    ‘MIN BANGÊ BIHÎST LÊ TEVLI ÇALAKIYAN NEBÛME’    Şahidê duyem Yilmaz Ekîncî jî ji Dozgeriya Kocaeliyê beşdarî danişînê bû û diyar kir ku ew heyama çalakiyên Kobanê li Melazgira Mûşê bûye û wî bangên ji bo çalakiyan bihîstiye jî lê tevli çalakiyan nebûye û tu endamek rêxistinê ku tê îdiakirin hatine gundê wan nedîtiye. Ekîncî got wî tu peyam ji HDP’iyan negirtiye.    Şahidê sêyemîn Mehmet Sapar jî ji Dadgeha Hatayê beşdarî danişînê bû û da zanîn ku ew wê çaxê di rêveberiya HDP’ê de bûye û li dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê dikir mafê xwe yê demorkatîk bikar aniye û tu eleqeya wî bi çalakiyên Kobanê re nîne.    MAFÊN XWE QANÛNÎ BIKAR ANÎNE    Şahida çaremîn Kîbar Boza jî ji Dozgeriya Dîdima Aydinê beşdarî danişînê bû û destnîşan kir ku tu eleqeya wê bi bûyerên Kobanê re nîne û beşdarî çalakiyan nebûye û wê mafê xwe yê qanûnî û demokratîk bikar aniye û beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûye û tu eleqeya wê bi HDP’ê û DBP’ê re nîne.    ‘JI BO PROTESTOYA TERORA DAIŞ’Ê’    Şahida pêncemîn Nedîme Tunç jî ji Dozgeriya Antalyayê beşdarî danişînê bû û destnîşan kir ku ji bo ew terora DAIŞ’ê protesto bikin tevli çalakiyan bûye û çalakî jî daxuyaniya çapemeniyê bû û tenê ne HDP, hêzên kedê û gel jî beşdarî çalakiyê bûn. Tunç xwest hemû girtiyên ji doza Kobanê bên berdan.    ‘ME DAIŞ’Ê PROTESTO KIR’    Şahida şeşemîn Nerîman Bakir jî ji Dozgeriya Antalyayê beşdarî danişînê bû û anî ziman ku bi piraniya Tirkiyê ji bo protestokirina DAIŞ’ê daket qadan û wan DAIŞ’ê protesto kiriye û li dijî kirinên wê li qadan bûne. Bakir got ew ji bo parastina xelkê Kobanê derketine qadan û ne li ser fermana tu kesî, ew li ser fermana gelê xwe derketine qadan.    ‘SÛC NEHAT KIRIN’    Şahida heftemîn Bîrgul Aydemîr jî ji Dozgeriya Antalyayê beşdarî danişînê bû û da zanîn ku ew li dijî DAIŞ’ê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûne û di daxuyaniyê de tu “sûc” nehatiye kirin.    Demîrtaş anî ziman ku wan li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bang li însanan kiriye ku mafên xwe demokratîk bikar bînin.    Şahida heyştemîn Sevîm Alpar jî got: “Ji ber nivîsandin û xwendina min nîne, pirs di hişê min de namînin. Serok Selahattîn ji bo ku em kesekî bikujin bang nekiriye. Tu kesî femranê neda me.”    Dadger navber da danişînê.