Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir 2022-03-10 12:04:41   ANTALYA - Hevdîtina di navbera Rûsya û Ûkraynayê ya li Antalyeyê de, bi tevlibûna Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu dest pê kir.    Di roja 15’emîn a şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de her du alî li Antalyayê hatin ba hev. Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtinê de amade bûn. Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu jî di hevdîtinê de amade bû.    Hevdîtin, saet di 11.15’an de dest pê kir. Tê payîn ku piştî hevdîtinê dê Lavrov û Kuleba dê derheqê encama hevdîtinan de daxuyaniyên cuda bidin.