Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir 2022-03-10 11:59:04 STENBOL - Parezerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtina bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Parêzerên Ocalan, Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi muwekîlên xwe, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.    Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di nava hefteyê de du caran serî li cihên pêwendîdar didin lê belê bersiveke erênî yan jî neyînî nayê dayîn. Ji ber vê yekê jî di 22’yê mijdara sala 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn”, serî li Dadgeriya Înfaza Cezayê ya Bûrsayê dan. Dadgeriyê di bersiva xwe de diyar kir ku di 12’ê cotmeha 2021’an de li Ocalan ji bo 6 mehan cezayê hevdîtinê hatiye birîn û di 18’ê tebaxê de jî 3 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Dadgeriyê, bi van hincetan jî serlêdana parêzeran red kir. Lê derheqê biryarên weke hinceta qedexeyê hatine nîşandin de tu agahî bi parêzeran re parve nekir.    Ji parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan, di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de karîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ocalan, yekemîn car karîbû di 27’ê nîsana 2020’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Ji ber ku fikarên raya giştî yên derheqê Ocalan de zêde bûbûn, di 25’ê adarê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan, dabû zanîn ku axaftina wan di nivî de hatiye qutkirin.