ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket 2022-03-10 10:44:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Rûsyayê û Ûkraynayê di roja 15’emîn de ye. Wezîrên karên derve yên her du welatan li Antalyaya Tirkiyeyê hevdîtin kirin. Wezîran diyar kir ku di hevdîtinê de tu tiştek encam nedaye.  Şerê di navbera Rûsyayê û Ûkraynayê de ket roja 15’emîn. Wê wezîrên karên derve yên her du welatan îro li bajarê Antalyayê yê Tirkiyê bicivin û hevdîtin bikin. Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê li ser maseyê rûnin. Her wiha dê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglû jî di hevdîtinê de amade be. Beriya hevdîtinê hikûmeta Ûkraynayê îdia kir ku li bajarê Maruupolê li nexweşxaneyê hatiye xistin û aliyê Rûsyayê jî bertek nîşanda ku “nûçeyek derew e.”    Geşedanên têkilarî Rûsyayê û Ûkraynayê wiha ne:    15.40 KREMLÎN: WÊ BERSIVA HERKESÊ KU GULE BERDIN BÊ DAYÎN    Li Ûkraynayê destûr hatibû dayîn ku di pêvajoya Rêveberiya Awarte herkes çek bi kar bîne. Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, derbarê destûrê de ev daxuyanî da: "Bi awayekî xwezayî herkesê ku çek bi kar bîne wê bibe hedef. Wê bê bîra we Serokdewlet Pûtîn bang kiribû ku herkes çekan deyne û gotibû ku wê ev bibe garantiya kes gule li kesî nereşîne. Lê divê li dijî komên nîjadperest ên radîkal û leşkergehên Bandera ku berxwedana çekdarî nîşan didin çek bên bikaranîn. Ji ber vê sedemê, heke kesên di destê wan de çek hebin û li dijî leşkerên me bi kar bînin wê ji me re bibin hedef."   15.30 WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ SWÊDÊ: EM Ê TEVLÎ NATOYÊ NEBIN   Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist, diyar kir ku heta ew wezîrê parastinê be dê welatî wî nebe endamê NATO'yê û ev tişt got: "Rewşa ku em îro têde ne hînê min kir ku nikarin bibêjim 'qet'. Ji bo parastina herêmên nêz endamtiya NATO'yê erênî nabînim. Heke Swêd bibe endamê NATO'yê divê xeta xwe ya ewlehiyê ji bingehê ve biguherîne. Wê ev jî bandor li ewlehiya herêma nêzî me bike."   13.00 HEVDÎTINA LI ANTALYAYÊ BI DAWÎ BÛ    Hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Kuleba ya li Antalyayê bi dawî bû. Kuleba diyar kir ku di hevdîtinê de tu pêşketin pêk nehatiye. Lavrov jî got: “Tu tiştek ku cihê muzakereyan bigire tune ye.”    12.25 SEKRETERÊ NATO’YÊ TÊ TIRKIYÊ    Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg dê sibê serdana Tirkiyê dike.    12.03 PESKOV: EM Ê TÊKILDARÎ NEXWEŞXANEYÊ BI ARTÊŞÊ RE HEVDÎTIN BIKIN    Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov diyar kir ku ew ê têkildarî êrişa li ser nexweşxaneya li Mariupolê bi artêşa re hevdîtin bikin û dê li ser vê mijarê rawestin.    11.30 HEVDÎTINA LI ANTALYAYÊ DEST PÊ KIR    Hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya-Ûkrayna-Tirkiyê ya sê alî ku li Antalyayê hat lidarxistin, dest pê kir.    11.07 FRANSA: ENDAMTIYA ÛRKAYNAYÊ YA YE’YÊ DÊ DEM BIGIRE    Serokê Karên Ewropa yê Fransayê Clement Beaune, diyar kir ku lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo krîza li Ûkraynayê biaxivin di civîna li Parîsê de hatiye lidarxistin, endamtiya Ûkraynayê ya ji bo YE’yê girtine dest û dê ev ev endamtî demê bigire.    10.42 RÛSYA: HIN NOKTEYÊN MARIUPOLÊ HATIN KONTROLKIRIN    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku hin nokteyên li bajarê Mariupolê desteser kirine.    10.20 RÛSYA DÊ DI KONSEYA EWROPAYÊ DE CIH NEGIRE    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniya “Êdî dê Rûsya di Konseya Ewropayê de cih negire” da. Rûsya ji sala 1996’an ve di nava Konseya Ewropa de endam bû.    08.47 RÛSYA: ÊRIŞA LI NEXWEŞXANEYÊ DEREW E    Rûsyayê sûcdariya ku li bajarê Mariupolê li nexweşxaneyek zarokan hatiye xistin red kir û wek “nûçeya derew” daxuyanî da.    08.45 NY: RIJANDINA XWÎNÊ RAWESTÎNIN    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres jî ji bo êrişa li ser nexweşxaneya li Mairupolê got: “sawê dide mirov.” Guterres li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û banga rawestandina xwîna tê rijandin kir.    08.40 AMERÎKA Û ÎNGÎLISTANÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA    Qesra Spî ya Amerîkayê jî êrişa li dijî nexweşxaneya Mariupolê wek “hovîtî” pênase kir. Serokwezîrê Îngîlistanê Boris Johnson jî ji êrişa li dijî nexweşxaneyê re got, “bêehlaqî ye.”    08.30 ZELENSKIY DESTÛRA BIKARANÎNA ÇEKAN DA    Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy jî qanûna serbestkirina çekan a xelkê ku di serdema rewşa awarte de bikar bîne, îmze kir.