Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye 2022-03-10 10:20:30 STENBOL - Li Stenbolê agirê Newrozê ji sala 1979'an ve tê pêxistin. Newroza ku li eywanek dawetê dest pê kir îro ji aliyê milyonan ve li Stenbolê tê pîrozkirin. Gelên Stenbolê ku her sal tevî hemû astengiyan jî Newroz pîroz kirin dê îsal jî bi daxwaza "Ji Ocalan re azadî" agirê Newrozê pê bixin.    Newroza Stenbolê wê Newroza îsal di 20'ê Adarê de li Yenîkapiyê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bi beşdariya bawerî û gelan hemû were pîrozkirin. Wekî salên dawîn îsal jî li bendê ye ku girseyek qelebalix beşdarî newrozê bibe û pîrozbahî were lidarxistin. Newroza Stenbolê ku wekî “Baxçeyê Gelan" tê pênasekirin, ji 40 salan zêdetir e tê pîrozkirin. Newroza ku di sala 1979'an de li Salona Dawetê ya Încî bi tevlibûna Hezar û 500 kesan dest pê kir, niha ji aliyê milyonan ve tê pîrozkirin. Agirê Newroza ku 42 sal berê li taxên Stenbolê pêket, di 2015’an de li qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin.    JI TAXÊ DEST PÊ KIR Û LI QADAN GEŞ BÛ    Newroza ku di sala 1979'an de li salona dawetê dest pê kir û heta salên 1990’an di nava kolan û taxan de hat pirozkirin, piştî salên 1990’î tax bi tax li nava Stenbolê belav bû. Piştî bi sed hezaran kurdên ku mal û gundê wan li bajarên Kurdistanê şewitîn û koçî Stenbolê kirin çanda pîrozbahiya Newrozê bi xwe re birin kolan û taxên Stenbolê. Piştî koçberiyê dest pê kir, agirê Newrozê jî sal bi sal li tax û navçeyên Stenbolê geş bû û belav bû. Yekem car di 21'ê Adara 1995’an de Newroza girseyî li Parka Saraçhane ya Fatîhê hat pîrozkirin. Polîsan bi awayekî tund mudaxaleyî girsê kiribû û bi dehan kes hatibûn binçavkirin.    YEKEMÎN PÎROZBAHIYA LI KAZLIÇEŞMEYÊ    Tevî hemû zext û tundiyê yekem car Newroz di sala 1996'an de Newroz bi girseyî li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû hat pîrozkirin. Zêdeyî 15 hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bû hevîya xwişk û biratiya gelan.    DI SALA 1999’AN DE AGIRÊ SERHILDANÊ PÊXISTIN   Di sala 1997'an de bi tevlêbûna deh hezaran li qada Abide-î Hurriyetê Agirê Newrozê geş kirin. Di sala 1998'an de carek din li Qada Kazliçeşme ya Zeytînbûrnû pîroz kirin. Di sala 1999'an de jî gelên Stenbolê li dijî komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi deh hezaran û bi silogana “Agirê Serhildanê" hat pîrozkirin.    AGIRÊ SERHILDANÊ LI HEMÛ TAXAN BELAV BÛ   Newroza Stenbolê di 2000’an de bû agirê Serhildanê û li çar aliyên Stenbolê belav bû. Vê carê ne tenê gelê kurd, êdî gelên din û rengên din jî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Tevî qedexeya Walîtiya Stenbolê jî di sala 2000’an de dîsa li Qada Abide-i Hurriyetê ya Şîşliyê ji aliyê deh hezaran ve hat pîrozkirin. Girseya ku li qadê kom bû rastî mudaxaleyên dijwar ên polîsan hatin. Bi sedan kes hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên rastî êrîşên polîsan hatin, di vegera tax û navçeyan de vê carê di saetên şevê de Agirê Newrozê li taxan belav kirin û li hemû taxên Stenbolê Agirê Newrozê geş kirin.    HER DER BÛ AGIRÊ NEWROZÊ   Her ku qedexe zêde bû pîrozbahî jî belav bû. Walîtiya Stenbolê di 2001'an de dîsa qedexe kir. Lê vê carê Agirê Newrozê li hemû tax û navçeyên Stenbolê geş bû. Gel qedexe nas nekir û bi hezaran herikin Qada Kazliçeşmeyê. Tevî ku bi hezaran polîsan barîkat danîn û mudaxaleyî gel kir jî, gel astengî nas nekir û Newroz pîroz kir. Piştî gel agirê Newrozê geş kir polîsan mudaxale kir û li gelek cihan pevçûn derket. Di mudaxaleya polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên li taxên xwe vegeriyan vê carê li taxên xwe agir geş kirin. Dîsa mudaxaleya polisan li nava taxan belav bû.    Waliyê Stenbolê di sala 2002'an de dîsa pîrozbahiya Newroz li Stenbolê qedexe kir. Lê dîsa gel qedexe nas nekir û Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran welatî derketin kolanan û Newroz pîroz kir. Di sala 2003'an de pîrozbahiya Newrozê di bin dagirkeriya DYA ya Iraqê de hat pirozkirin. Bi sed hezaran kesên tev li pirozbahiya Newrozê bûn şer şermezar kir. Newroza 2003'an bi tevlêbû gelê kurd û tirk a li dijî şer hat pîrozkirin.    80 HEZAR KES BEŞDARÎ NEWROZÊ BÛN   Di sala 2004'an de, piştî salên 90’an yekem car Newroza herî bi coş û girseyî hat pîrozkirin. Nêzî 80 hezar Stenbolî li Qada Kazliçeşme kom bûn û bi coşek herî mezin Newroz pîroz kir. Ji 2004'an heta 2012'an navnîşana Qada Newrozê nehat guhertin. 8 salan li ser hev Newroz bi girseya herî mezin li Qada Kazliçeşme hat pirozkirin. Di 2012'an de dîsa Newroz qedexe kirin. Tevî ku qedexe kirin jî bi sed hezaran kurd herikîn Qada Topkapi û xwestin Newrozê pîroz bikin. Bi hezaran kesên ku xwestin ji Topkapi bimeşin Qada Kazliçeşmeye rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û zêde bombeyên gazê avêtin nava girsê Rêveberê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) yê Navçeya Arnavutkoyê Haci Zengîn di mudaxaleya polîsan de jiyana xwe ji dest da.    JI HEZARAN BÛN SED HEZAR, JI SED HEZARAN BÛN MILYON   Piştî gel di 2012'an de qedexe û kuştin nas nekir di salên 2013, 2014 û 2015’an de dîsa bi sed hezaran Stenbolî berê xwe dan Qada Kazliçeşmeyê. Di Newroza 2013'an a li qada Kazliçeşmeyê bi tevlêbûna sed hezaran hat pîrozkirin. Nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk mohra xwe li Newrozê xist. Bi milyonan Stenbolî li Sûrên Stenbolê dirûşmeya “Bijî Newroz” berz kirin. Di pîrozbahiyên 3 salan de bi milyonan gelê Stenbolê ku di navde kurd, tirk, turkmen, çerkez, Pomak, LGBTÎ û anarjîst jî hebûn qada Newrozê kirin "Baxçeyê Gelan" ê Tirkiye.    HER DER NEWROZ   Di 2016’an de wekî hemû Tirkiye li Stenbolê jî Newroz hat qedexekirin. Lê gelê Stenbolê dîsa qedexe nas nekir û dîsa tevî hemû astengî û qedexeyan li hemû tax û kolanên Stenbolê Newroz pîroz kir û Stenbol kirin. Beriya pîrozbahiyê Komîteya Amadekar a Newrozê xwest li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Her der Newroz her der berxwedan" pîroz bike. Lê ji ber Walîtiyê destûr neda û her derê qadê girt û avahiya HDP'ê dorpêç kir, li hemû tax û navçeyên Stenbolê hefteyekî li ser hev her der bû qada Newrozê û li her derê Agirê Newrozê geş bû. Bi sed hezaran di pîrozbahiya Newrozê de berxwedana xwerêveberiya cewheri silav kirin.    VÊ CARÊ LI QADA KARTALÊ PÎROZ KIRIN   Di sala 2017'an de vê carê Newroza Stenbolê li Qada Kartalê hat pîrozkirin. Her çend Qada Kartalê ne navendî bû jî dîsa ji ber ku li wir destûr hat dayîn Bi sed hezaran kes herikî Qada Kartalê û bi dirûşmeya “Teqez em dê bi ser bikevin" Newroz pîroz kirin.    Gelê Stenbolê ku qedexe û astengî nas nekirin û sal bi sal bi tevlêbûn û coşek mezin Newroz pîroz kir. Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê Newroza 2018'an di 21'ê Adarê de li Bakirkoyê bi bidrûşma “Newroz raperîn e! Li dijî faşîzmê bahara gelan e!" bi tevlibuna hemû bawerî û gelan pîroz bikin. Ji ber ku di sala 2018'an de li Efrînê şer hebû û tecrîdkirina li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dikir, peyamên sereke yên Newrozê Efrîn û tecrida li ser Ocalan bû.   GREVA BIRÇÎBÛNÊ MOHRA XWE LI NEWROZÊ DA   Di sala 2019'an de jî li Stenbolê Newroz bi dirûşma "Teqez em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişkînin" li Bazara Gel a Bakirkoyê hat pîrozkirin. Temaya naveroka Newroza 2019'an rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû. Leyla Guven û bi hezaran girtî di Newroza 2019'an de di greva birçîbûnê de bûn.    NEWROZ JI BER PANDEMIYÊ HAT BETALKIRIN    Ji sala 1979’an heta sala 2019’an ku li gel hemû astengî û mudaxileyan jî li Stenbolê Newroz hat pîrozkirin lê belê di sala 2020'an de ji ber vîrûsa koronayê Newroz nehat pîrozkirin. Lê tevî betalkirina bernameya giştî ya Newrozê jî gelê kurd û gelên din wek salên 90'î li tax û malên xwe agirê Newrozê pê xistin.    'BI RUHÊ NEWROZÊ LI BER XWE DAN'    Temaya Newroza sala 2021'an jî azadî û serketin bû. Newroza sala 2021'an a li Stenbolê di roja 20'ê Adarê de li Qada Yenîkapiya Stenbolê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" hat pîrozkirin. Di Newrozê de xelkê hêrsa li dijî tecrîdkirina Ocalan anî ziman û nerazîbûn nîşanî hewldana girtina HDP'ê û betalkirina Peymana Stenbolê hat nîşandan. Newroza par adeta veguherî "ruhê têkoşîna hevpar" û azadî hat qîrkirin.    'DEM DEMA SERKEFTINÊ YE'    Newroza îsal ango Newroza 2022'yan wê li 62 navendan were pîrozkirin. Newroza îsal bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bê lidarxistin û dê wek her salên bihûrî îsal jî li qadên Newrozê "Azadiya Ocalan" were qîrkirin. Agirê Newrozê yê ewilî dê di 15'ê adarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê were pêxistin. Li Stenbolê jî dê Newroz di 20'ê Adarê de li Qada Yenîkapiyê were pîrozkirin.   MA / Ferhat Çelîk