Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn 2022-03-10 10:10:15 AMED - Xebatên Newroza Amedê ku her sal bi milyonan kes tevli dibe dest pê kirin. Komîteya Amadekar bi xebata amadekariyên li qada pîrozbahiyê dest pê kir û serlêdana fermî kir. Tê payîn îsal jî Newroza Amedê ji milyonan kes re mazûvaniyê bike.    Starta Newrozê ku ji bo gelê kurd tê wateya “nûroj ango mizgîniya biharê” îro li Amedê te dayîn. Di deklarasyona starta Newrozê ku wê bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)û  partiyên ku di nava Xebatên Tifaqa Kurdistanî de cih digirin dê bê dayîn. Deklerasyona Newrozê wê sibê jî li Stenbolê bi beşdariya partiyên çep û rêxistinên girseyî yên demokratîk û Hêzên Tekoşîna Yekbûyî yên bi pêşengiya HDK û HDP'ê bê ragihandin.   JI GUNDAN HETA NAVENDA AMEDÊ PÎROZBAHΠ   Dirûşma Newroza îsal “Dem dema serkeftinê ye” hat diyarkirin. Navenda pîrozbahiyên Newrozê wek her sal Amed e. Li vî bajarê qedî Amedê her sal roja Newrozê bi milyonan însan re mazûvaniyê dike. Newroza Amedê dê roja duşemê 21’ê Adarê li Parka Newrozê ango Qada Newrozê ya li navçeya Rezana Amedê were pîrozkirin. Pîrozbahî dê saet di 09.00'an de dest pê bike û heta saet 17.00'an berdewam bike.    Beriya pîrozbahiya bi heybet a Amedê dê di dîrokên cuda de li navçeyên wê jî bê pîrozkirin. Di 19’ê adarê de li navçeyên Hezro, Bismil û Çêrmûgê, di 20’ê adarê de li navçeyên Erxenî, Çinar û Farqînê agirê Newrozê bê vêxistin. Her wiha dê li navçeyên din û li taxên Amedê jî pîrozbahiya Newrozê bê kirin. Tê payîn ku li Amedê agirê Newrozê yê ewil li navçeya Sûrê bê vêxistin.    AXIVÊR Û HUNERMEND    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û serokên giştî û nûnerên partiyên siyasî yên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin dê wek beşdar di Newroza Amedê de cih bigirin û biaxivin. Hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora jî dê beşdarî pîrozbahiyê bibin û derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin.    Ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê vexwendname dê ji nêzîkî 400 kesî bên şandin. Di nava van kesan de siyasetmedarên nas, nûnerên rêxistinên sivîl û rêxistinên girseyî, nivîskar û rewşenbîr jî cih digirin.    ROJEVÊN SEREKE    Tê payîn wek salên bihûrî îsal jî hin sernav derkevin pêş. Rojevên sereke yên Newroza îsal azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in tê tecrîdkirin û yekîtiya neteweyî ya kurd e. Her wiha dê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin û krîza aborî. Li gel van rojevan her wiha dê di Newroza îsal de daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî jî bi milyonan kes were erêkirin.    SERLÊDAN HAT KIRIN    Ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê rêveberên HDP’ê jî di nav de Komîteya Amadekar a Newrozê ku ji 7 kesan pêk tê hat avakirin. Endamên Komîteya Amadekar li hemû navçeyên Amedê xebatan dan destpêkirin. Komîteyê pêr ji bo pîrozbahiyan serî li Walîtiya Amedê da.    LI QADÊ XEBAT HATIN DESTPÊKIRIN    Komîteya Amadekar li Parka Newrozê ku her sal ji milyonan kes re mazûvaniyê dike, dest bi xebatan kir. Li platforma 4 qatî ya Newrozê xebatên çêkirin û xemilandina wê hatin destpêkirin. Ev du roj in li qadê xebatek bênavber hatiye destpêkirin û didome.    TEVDÎRÊN EWLEHIYÊ    Ji bo ketina qada Newrozê 5 nokteyên cuda hatin diyarkirin. Protokol û rojnamevan dê di deriyê Zumrut Kentê de, dê girse jî di derî ango rêyên Parka Goletlî, Stasyona Muayeneya Wesayîtan û Cadeya Evrîm Alataş (Rêya Balafirgehê) de biherikin qadê. Komîteya Amadekar her wiha dê 600 kesan ji bo ewlehiya qadê û ji bo ku ji xelkê re bibin alîkar wezîfedar kir. Her wiha dê li Qada Newrozê ambûlans û tîmên agirkujiyê jî amade bin.    MA / Ergîn Çaglar