Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan! 2022-03-10 09:12:17 ENQERE - Pirtûk û nameyên bi kurdî yên ji girtiyan re tên şandin bi hinceta "wergêr tune ye" radestî girtiyan nayên kirin. Parêzer Ceren Yilmaz, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ji bo name û pirtûkên ji girtiyan re tên şandin, divê li girtîgehan wergêr hebin.    Li gor rapora Herêma Anatolyaya Navîn a sala 2021'ê ya Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, ji girtîgehên cuda yên Anatolyaya Navîn 287 girtî ji ber binpêkirinên mafan serî li ÎHD'ê dane. Piraniya girtiyan diyar kiriye ku rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel, Bîrgun û Atilimê nadin wan û ji xeynî qenalên televîzyonê yên îdareya girtîgehê diyar kirine tu qenalên din tune ne.    HINCETA 'WERGÊR TUNE YE'   Li gor îfadeyên di raporê de, pirtûkên kurdî yên ji girtiyan re tên şandin bi hinceta "wergêr tune ye" radestî girtiyan nayên kirin. Her wiha nameyên kurdî jî bi heman awayî. Girtî Îsmaîl Çevîk ê di Girtîgeha Afyonkarahîsar a Jimare 1'ê de ye, diyar kiriye ku pirtûkên kurdî yên jê re hatine şandin, îdareya girtîgehê nedane wî. Çevîk, ragihandiye ku ji bo vê daxwazname nivîsiye û îdareyê jê re gotiye karmendê ku pirtûkên kurdî kontrol bike tune ye, gava heqê wergêr bide dê pirtûk radestî wê bên kirin.    NAMEYÊN BI KURDÎ NAYÊN ŞANDIN   Salîha Cebe ya di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de jî diyar kiriye ku kotaya ji bo pirtûkan ku di dema Rewşa Awarte de dest pê kiriye hê jî didome. Cebe, bilêv kir ku ji bo kotaya pirtûkan tu biryar teblîxî wan nehatine kirin û nameyên wan ên bi kurdî jî nayên şandine. Her wiha Cebe, aniye ziman ku nameyên bi kurdî yên ji wan re tên jî piştî çend mehan didin wan û ji bo vê serî li îdareyê dane, lê îdareyê ji wan re gotiye ji ber ku wergêr tune ye nameyan nadin wan.    DI 2 MEHAN DE 2 PIRTÛK   Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Parêzer Ceren Yilmaz, diyar kir ku ev pirsgirêk hê jî didomin û li her girtîgeha ku ew diçinê bi pêkanînên cur bi cur re rû bi rû dimînin. Yilmaz, da zanîn ku li qawîşên edlî yên Girtîgeha Sîncanê îdareya girtîgehê mehê du pirtûkan tenê dide girtiyan û got: "Helwesteke pir kêfî heye. Ev di warê derûniya kesên girtî de, bi tu awayî nayê qebûlkirin."    Yilmaz, destnîşan kir ku heman tişt ji bo rojname û kovaran jî wiha ye û got: "Di warê weşanên muxalif de pirsgirêkên pri cidî hene û ev dibin sedema binpêkirinên mafan ên cidî."    ROJIYA MIRINÊ   Yilmaz, bilêv kir ku heya niha ji ber van binpêkirinên mafan gelek caran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane û got: "Hê jî serlêdanên me nehatine bersivandin." Yilmaz, bibîr xist ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan Sîbel Balaç ji ber qedexeyên kêfî yên derbarê pirtûk, kovar û rojnameyan de 82 roj in di rojiya mirinê de ye. Yilmaz, diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî Zerrîn Yilmaz a cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn pirtûkek bi navê "Esmer Yara Beyaz Kûrt" nivîsiye û pirtûk ji Weşanên Aramê derketiye û hin kes ji bo îmzekirinê pirtûka wê jê re şandine, lê îdareya girtîgehê pirtûkan nade wê.    ‘DIVÊ WERGÊR HEBE'   Yilmaz, ji bo helwesta îdareya girtîgehê ku bi hinceta nebûna wergêr name û pirtûkên bi kurdî nade girtiyan got: "Ger name yan jî pirtûk ji girtiyan re bên, berpirsê venihêrina wan ne girtî ye. Her wiha venihêrîna ji aliyê îdareya girtîgehê jî girtiyan eleqedar nake. Lewma gava îdareya girtîgehê ji bo name û pirtûkên bi kurdî bibêje 'divê ez tevdîrê bigirim û li naveroka wê binerim', ev tenê îdareya girtîgehê eleqedar dike. Yanî hinceteke wekî 'wergêrê me tune ye' nayê qebûlkirin. Ger mesele ne binpêkirina mafên girtiyan be, nexwe divê li girtîgehê wergêr hebe."