Karatay hat veşartin 2022-03-09 12:39:10   AGIRÎ - Sîtî Karatay a YJA STAR'î ku di sala 2016'an de li navçeya Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin.    Sîtî Karatay  (Ezda Avesta) a YJA STAR'î ku di sala 2016'an de li navçeya Şemzînayê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, duh cenazeyê wê radestî malbatê wê hatibû kirin. Malbatê, cenazeyê keça xwe li Goristana Koçkiran a navçeya Bazîdê ya Agiriyê veşart. Polisan goristanê dorpêçkir û destûr nedan ku kes bikeve goristanê û dîmen û wêne bên kişandin. Piştre kesên j bo veşartinê hatibûn ser goristanê ji malbatê re sersaxî xwestin.    Piştî salan cenazeyê Karatay duh di nav qutiyekê de radestî Dayika wê Aynûr Karatay hatibû kirin.