Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest! 2022-03-09 10:53:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Qeyûmê Farqînê Mûrat Ozturk, ji ber mirina pismamê wî ji Hevşaredarê Farqînê Abbas Azîzoglû yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin re sersaxî xwest.    Pismamê Hevşaredarê Farqînê Abbas Azîzoglû, Raûf Azîzoglû ku di navbera 1973-1980'an de serokatiya Şaredariya Farqînê kiribû, duh jiyana xwe ji dest da. Azîzoglû li gundê Gundê Reşo yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve hat veşartin. Qaymeqamê Farqînê Mûrat Ozturk ku weke qeyûm tayînî şûna Hevşaredar Abbas Azîzoglû hatiye kirin, bi komeke AKP'î re çû Gundê Reşo û sersaxî da malbata Azîzoglû.     Piştî serdana xwe ya gund Qaymeqam Ozturk weke ku ne qeyûm be û tayînî şûna Azîzoglû nehatibe kirin li ser hesabên Twitterê yên Şaredarî û Qaymeqamiya Farqînê jî peyama sersaxiyê weşand û vê peyamê belav kir: "Birêz Raûf Azîzoglû ku di navbera salên 1973-1980'an de Serokatiya Şaredariya Farqînê kiriye, rehmet kiriye. Ji mirî birêz Raûf Azîzoglû û xizmên wî re ji Xwedê sebrê dixwazim."   Hat hînbûn ku dema qeyûm Ozturk û rêveberên AKP'ê serdana gund kirine, Hevşaredar Abbas Azîzoglû jî li gund bûye.