Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin 2022-03-09 09:41:12   WAN - Cenazeyê Stî Karatay a di 2016’an de li Şemzînanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin.    Endama YJA Starê Stî Karatay (Ezda Avesta) di sala 2016’an de li çoltera navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Piştî 7 salan DNA’ya cenaze bi encam bû. Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê gazî dayika wê Aynûr Karatay hat hat kirin û cenaze radest kirinê. Dayikê cenazeyê keça xwe di qitûyekê de wergirt û pişt re cenaze anî Wanê. Malbatê cenaze ewilî anî Wanê û pişt re jî bi wesayîtek cenaze ku kirê kir, bir navçeya Bazîdê ya Agiriyê. Cenazeyê Karatay dê li Goristana Koçkiran a navçeya Bazîdê bê veşartin.    KARATAY: EV NE ZILM BE LÊ ÇI YE?   Karataya a 7 sal in li cenazeyê keça xwe digere, herî dawî 3 meh berê serî li Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê da û ji bo DNA’yê nimûneya xwînê da. Karatay a ku cenazeyê keça xwe piştî 7 salan wergirt wiha got: “Piştî salan di şûna cenazeyê keça min de çend hestyên wê dan min. Heke ev ne zilm be lê çi ye? Mirov dikarin zilmek wiha qebûl bike? Lê belê hestiyek be jî ez bi vê yekê qayil im. Ez bi tiştên hatin serê me neêşiyam, çimkî ez bi keça xwe serbilind im. Bila serê hemû gelê me sax be.”   LAWÊ WÊ DI ŞER DE HEVJÎNÊ DI HEPSÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN    Endamê HPG’ê Emrah Karatay ê lawê Aynûr Karatay jî di 17’ê adara 2017’an de li şerekî Agiriyê qewimî jiyana xwe ji dest dabû. Burhan Karatay ê hevjînê Aynûr Karatay jî ku li Girtîgeha Gîresûnê ya Tîpa E’yê girtî bû di 7’ê mijdara 2018’an de krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dabû.    DUH BI KARGOYÊ ÎRO BI QITÛYÊ    Hêjayî bibîrxistinê ye ku cenazeyê endamê HPG’ê Egît Îpek ê di sala 2017’an de li Dêrsimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan di nîsana 2020’an de bi kargoyê ji dayika wî Halîse Aksoy re hatibû şandin.    MA / Adnan Bîlen - Hakan Yalçin