Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin 2022-03-09 09:01:09 AMED - Zext, çewisandin, tahde û binpêkirinên li girtîgehan rû didin, ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê û Esat Oktay Yildiran in.  Li gor daneyên meha çile ya  2022'yan ên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê, 265 hezar û 30 jê hikumxwar, 303 hezar û 389 kes di girtîgehan de ne. Ji van kesan 289 hezar û 684 jê mêr in, 11 hezar û 823 jê jin û hezar û 882 jî zarok in.    Li gor agahiyên ku xizmên girtiyan bi raya giştî re parve dikin û raporên rêxistinên mafên mirovan û ji darbestên ji girtîgehan dertên li girtîgehan binpêkirinên mafan ên dijî rûmeta mirovahiyê bênavber û bi awayekî dijwar didomin. Li gor agahiyên ku tên ragihandin binpêkirin û tahdeyên li girtîgehan rû didin, ne kêmî yên dema 12'ê Îlonê û Esat Oktay Yildiran in.   SERLÊDAN ZÊDE BÛN   Malbatên ku ji ber jiyana xizmên xwe yên girtî diqilqilin, serî li rêxistinên mafên mirovan didin. Serlêdanên ku li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê tên kirin her diçe zêde dibin.    JI BER REWŞA KURÊ XWE DIDILQILE   Ji kesên serî li komeleyê dane yek jê jî Şeyhmûs Başkan (59) e. Kurê wî Davût Başkan (28) 12 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Bolvadîna Afyonê ya Tîpa D'yê de ye. 3 meh berê ji Girtîgeha Kayseriyê sewqî vê girtîgehê hatiye kirin.    Davût Başkan di 22'yê sibatê de telefonî malbata xwe kiriye û ragihandiye ku gardiyanan ji wan re gotiye "hûn terorîst in" û êriş birine ser wan. Başkan, ragihandiye ku gardiyanan êriş biriye ser wî jî û li gelek deverên laşê wî dewsa derbên gardiyanan hene.   TELEFON DI NÎVÎ DE HATIYE QUTKIRIN   Her wiha gava Başkan ev binpêkirin ragihandine, telefon di nîvî de hatiye qutkirin û piştî 5 deqeyan cardin telefon kiriye. Li gor tiştên ku Davût Başkan ragihandine, di wê navberê de gardiyanan heqaret lê kirine û gef lê xwarine.    Şeyhmûs Başkan ku ji ber vê serî li ÎHD'ê daye û doza alîkariya hiqûqî kiriye, xwe gihandiye Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî da ku vê meseleyê têxe rojeva Meclisê. Başkan, di serlêdana xwe de diyar kiriye ku bi rêya telefonê xwe gihandine rayedarekî Wezareta Dadê jî û rayedar ji wî re gotiye ev demeke gelek kes giliyê vê girtîgehê dikin.    Başkan gotiye: "Ez ji ber rewşa kurê xwe ditirsim. Ger tiştek bê serê wî berpris Wezareta Dadê ye."    3 SALIN EW NEDÎTIYE   Mazlûm Alan ê 29 salî jî di Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê de ye. Alan, 11 sal in girtiye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Malbata wî ji ber rewşa aborî 3 sal in ew nedîtiye. Dayika wî Remziye Alan, diyar kiriye ku kurê wê di sala 2019'an de di dema greva birçîbûnê de ji Girtîgeha Bolûyê sewqî ya Bûcayê hatiye kirin û li wir hîn bûye ku bi pençeşêra kezebê ketiye.    'ESAT OKTAY NEMIRIYE!'    Remziye Alan, ji bo şert û mercên girtîgeha ku kurê wê tê de ye gotiye: "Di hevdîtina dawî ya bi telefonê Mazlûm got, tahde li wan tê kirin, kevçiyek xwarin tenê didin wan, nameyên wan nadin wan. Daxwaznameyên wan hatine desteserkirin û gava îtiraz kirine jî ji wan re gotine 'Esat Oktay nemiriye, li vira dijî.' Got, 'çi dibe bila bibe min ji vir derxin'."    Alan, bilêv kiriye ku pençeşêra kezebê, ulser û nexweşîna dil bi kurê wê re hene û gotiye: "Rewşa kurê min nebaş e. Kevçiyek xwarin tenê didin wan. Ew jî ji bo nemirin didin wan. Li vira bûne qet nebûna min ê meheê carekê ew bidîtana. Heke bimire jî bila li cem me bimire. 3 sal in min kurê xwe nedîtiye."    MA / Omer Çelîk