Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin 2022-03-08 16:13:03   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li jinên girtî li hemû jinan pîroz kirin û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girityên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, di roja 18'an de berdewam dike. Malbatan, li eywana ku nobeta xwe lê didomînin dovîzên "Ji girtiyên siyasî re azadî" û "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hilgirtin.    Li ser navê malbatan Hanim Sever axivî û  8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li jinên girtî li hemû jinan pîroz kir. Sever, bi lêv kir ku îro jin ji bo mafê xwe li qadan in û wiha got: "Li girtîgehan li ser jinên girtî gelek zext hene. Em daxwaz dikin ku zextên li ser girtiyan bên rakirin. Em dixwazin ku hemû dayikê tevlî me bibin û bibin dengê girtiyan. Em zextên li ser zarokên xwe qebûl nakin û daxwaz dikin bi dawî bibin."   JI JINAN RE EDALET   Sever, bang kir ku zextên li ser girtiyên jin bi dawî bibin û bên berdan û ev tişt got: "Girtîgeh bi jinan têje bûne. Emrê zarokên me li girtîgehan qediya. Bila 8'ê Adara îsal di serî girtiyên jin bibe wesîleya berdana hemû girtiyan. Em jî di çalakiya xwe ya îro de ji bo girtiyên jin edaletê dixwazin."