Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne 2022-03-08 12:44:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna ku Verî Kaynagiyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kiriye, di sala 2020'an de 10 milyon jinên ku bi karê malê re mijûl dibin û tevlî kesên dixebitin nehatine kirin hene û qet "zilamên malê" tune ne.    Verî Kaynagê (Çavkaniya Daneyan) ku derbarê Tirkiyeyê de daneyan dinexşîne û raporan diweşîne, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi navê "Di Jiyana Kar a Tirkiyeyê de Jin" raporek weşand. Li gorî daneyên raporê, li Tirkiyeyê ji her 100 kesên ku dixebitin 31 ji wan jin in, ji her 100 rêveberî tenê ji sedî 19.3'yê wan jin in.    RÊJEYA NAMZETÊN JIN   Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 3 hilbijartinên dawîn de di nav namzetan de di bin ji sedî 30'yî de namzetên jin hatine nîşandan. Endamên hîndekariyê yên Tirkiyeyê ji sedî 45,3'yê wan û profesor jî ji sedî 32,4’ê jin in.    TEKNOLOJIYA PÊŞKETÎ DI DESTÊ ZILAMAN DE YE    Li gorî lêkolînê, di sala 2020'an de 184,7 hezar kes di teknolojiya pêşketî de xebitîne. Lê ji vana kesan tenê ji sedî 27,7'ê wan jin in.    10 MILYON JIN BI KARÊ MALÊ RE MIJÛL IN   Di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku di sala 2020'an de 10 milyon jinên ku bi karê malê re mijûl dibin û tevlî kesên dixebitin nehatine kirin hene û qet "zilamên malê" tune ne