'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin' 2022-03-08 09:02:31 STENBOL - Tahîr Aktaş, bavê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne, destnîşan kir ku tenduristiya kurê wî nebaş e û got: "Ergîn, 12 sal in bê dest e. Ew hema bila tenê rojekê bê dest bimînin, hela wê çi bikin."   Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan yek jê jî Ergîn Aktaş (33) e. Aktaş ê 12 sal in girtiye, heya niha sirgûnî girtgeha Erzirom, Agirî, Menemen, Ûmraniye û Silivriyê hatiye kirin û niha di Girtîgeha Metrîs a Stenbolê ya Tîpa R a Jimare 2'yan de ye. Aktaş ê ku 12 sal in girtiye û her du destên wî ji zendikê ve tune ne, cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn. Her wiha nexweşîna KOAH'ê jî pê re heye. Saziya Tiba Edlî (ATK) heya niha 5 caran rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Aktaş, lê dîsa jî nayê berdan.    Bavê wî Tahir Aktaş ku piştî nêzî 3 salan di 2'yê adarê de li girtîgehê hevdîtin bi wî re kir, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji ajansa me re vegot.    DERMANÊN WÎ NADINÊ   Bav Aktaş, bibîr xist ku ji ber pandemiyê nêzî 3 salan nikaribûne hevdîtinê bi kurê xwe re bikin, lê di 2'yê Adarê de çûne girtîgehê û hevdîtin pê re kirine. Aktaş got: “Piştî 3 salan em çûn, me ew dît. Nexweşiya kurê min hê jî berdewam dike û bi dermanê wî nadinê. Kurê min got, piştî ku Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu li Meclîsê qala nexweşiya wî kiriye û pêwendî bi girtîgehê re daniye, dermanên wî hew dane wî. Ji bo ku kurê min baş bibe, divê dermanên wî bên dayin. Çend roj berê jî ji ber nexweşînê xwîn ji deva hatiye. Rewşa wî nebaş e. Mirovekî di vî halî de wê çawa karibe jiyana xwe bidomîne? Hevalê li cem wî jî lingê wî tune ye. Gava wan ji hev dûr dixin, her du jî perîşan dibin. ”   GEF LÊ XWARINE   Aktaş, bilêv kir ku gava kurê wî sewqî nexweşxaneyê kirine, bijîşk gef lê xwarine û jê re gotiye "Hûn eziyetê bi gardiyan û eskeran didin kişandin." Aktaş, got: "Ergîn jî got, 'Ma tu dizanî em xwe çawa xwedî dikin? Em birînên xwe çawa derman dikin? Tu qet difikirî ku em jiyana xwe çawa didomînin? Tu vê nabînî, lê tu dibêjî hûn eziyetê bi eskeran didin kişandin.'"    Aktaş got: "Eger mirov di girtîgehê de be jî, bila wekî mirovan muameleyê bi wan re bikin. Cezayê xwe dikêşin, îja doza çi li wan dikin. Ji rewşa wan jî xuya ye ku tenduristiya wan nebaş e. Em jî ji ber wan gotinên bijîşk êşiyan."   RAPORÊN ATK'Ê   Aktaş, bibîr xist ku ATK'ê heya niha 5 raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" dane kurê wî, lê dîsa jî kurê wî nayê berdan. Aktaş got: "Kurê min di Girtîgeha Îzmîrê de 3 salan bi tena serê xwe di hucreyê de ma. Wezîrê Dadê yê wê demê Bekîr Bozdag gotibû, 'Em nikarin kesî bibin cem Ergîn, wê ji bo bombeyan girtiyan perwerde bike.' Ergîn nikare xwe xwedî bike, wê çawa wan perwerde bike?"    Aktaş, destnîşan kir ku divê kurê wî û girtiyên nexweş ên din bên dermankirin û got: "Heya niha 5 caran rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dane Ergîn, lê dîsa jî nayê berdan. Ev rapor ên ATK'ê ne û ATK jî saziyeke dewletê ye. Gava ATK dabe, kes nikare tiştekî din bike. Bila ev rapor esas bên girtin. Dibêjin 'ji bo civakê talûke ye' û wî bernadin. Em jî dibêjin, ev kesên van raporan red dikin, hela bila rojekê destên xw enexebitînin bê wê halê wan çawa be. Ger karibin, bê dest tevbigerin nexwe wê gavê Ergîn jî yê karibe. Ergîn, 12 salin bê dest e. Ew hema bila tenê rojekê bê dest bimînin hela bê wê çi bikin."    'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'   Aktaş, diyar kir ku gava çûne girtîgehê rewşa kurê wî nebaş bûye û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Aktaş di dawiya axaftina xwe de got: "Qet nebe bila girtiyên nexweş bên berdan. Em dixwazin pêşî hemû girtiyên nexweş û paşê jî Ergîn bê berdan. Piştî vê saetê tu fêde û zirara Engîn nagihêje tu kesî. Bila temenê xwe yê dawî li cem malbata xwe derbas bike."   MA / Mazlûm Engîndenîz